Doza malbatên Dihokî dîsa hat taloqkirin

13-06-2024
RÛDAW
Cihê bûyerê / Wêne: Arşîv
Cihê bûyerê / Wêne: Arşîv
Nîşan Malbatên Dihokî Dadgeha Mêrdînê Nisêbîn Dihok

Şirove

A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Rûniştina doza 2 malbatên Dihokî yên ku 19ê Kanûna Pêşîna 2023yan li ser rêya Mêrdîn û Nisêbînê hatibûn kuştin li Dadgeha Mêrdînê bi rê ve çû.

Dadgehê doz taloqî 12ê Îlonê kir.

Tohmetbarên bi navên Faris Akseven û Abdullah Kaplan bi rêya SEGBÎSê beşdarî rûniştina dozê bûn.

Komîteya dadgehê di rûniştina berê de xwestibû pispor raporekê li ser hesabên bankayê yên tohmetbaran amade bikin.

Parêzerê malbatên Dihokî Şehmus Akat ji Rûdawê re da zanîn ku dadgehê biryar daye li hêviya rapora pisporan be.

Şêhmus Akat amaje bi wê yekê jî kir ku doz hat taloqkirin û dê 12ê Îlonê bê kirin.

“Em ji awayê birêveçûna dozê dilgiran in”

Li aliyê din, kurê Wehîde Heyder birayê Ehmed Celaledîn Herbî Celaledîn jî ji Rûdawê da zanîn ku ev 2 car in tê taloqkirin û ew dixwazin êdî biryar derkeve.

Herbî Celaledîn amaje bi wê yekê jî kir ku doz bi awayê pêwîst berdewam nake û xemsariyek heye û wan bi rêya parêzeran daxwazên xwe pêşkêşî parêzeran kirine.

Herbî Celaledîn eşkere jî kir ku herî dawî hakimê dozê jî guheriye û ew ji ber xemsariyan bi giştî dilgiran in.

Çi bûbû?

Şeva 19ê Kanûna Pêşîna 2023yan 5 kesên ji 2 malbatan cuda yên Dihokê di otomobîla xwe de bûn û ji Dihokê ber bi Amedê ve diçûn.

Malbat li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê hatibûn rawestandin û her 5 kesên di otomobîlê de hatibûn kuştin.

Di êrişê de Ebdullah Salih Mistefa (69), hevjîna wî Çîmen Şahîn Xalid û keça wan Hindirîn Ebdullah Salih (39) li cihê bûyerê canê xwe ji dest dabû.

Wehîde Heyder Casim (63) û kurê wê Ehmed Celaleddîn Îbrahîm (45) jî bi giranî birîndar bûbûn û ew bi birîndarî veguhastibûn nexweşxaneyê lê belê tevî hewldanan wan jî canê xwe ji dest dabû.

Piştî êrişê derbarê Abdullah Kaplan, Faris Akseven, Murat Yîgît, Îbrahim Dogan û Çîgdem Bozkurtê de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Tohmetbarên bi navê Abdullah Kaplan, Faris Akseven û Murat Yîgît ji ber sûcên wekî “talana bi şev, veşartina sûc û delîlan, beşdariya di talana çekdarî de” tên darizandin.

Herwiha tohmetbarê bi navê Îbrahim Dogan jî ji sûcê, “firotin û anîna çek û guleyên bêruxset” tê darizandin.

Tohmetbara bi navê Çîgdem Bozkurt jî bi sûcê, “veşartin, tunekirin û guhertina sûc” tê darizandin.

Dadgeh ji bo Abdullah Kaplan, Faris Akseven û Murat Yîgît ji ber sûcên “kuştina bi qestî”, “talana giran” û “kirîn, hilgirtina çek û guleyan” ji 11 salan heta 18 salan cezayê heta hetayê dixwaze.

Ji bo Îbrahîm Dogan jî bi tohmeta “bê destûr û qaçax, çêkirin, veguhastin û firotina çekan” ji 5 salan heta 12 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst