Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Koalîsyonê li hev civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê bi Fermandarê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) General Joel B. Vowell û şandeya pê re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinê de mijarên wekî “rewşa ewlehiyê ya herêmê, metirsiya terorê û gefên DAIŞê yên li ser Sûriye û Îraqê” hatine nirxandin.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî û Joel B. Vowell amaje pê kiriye ku divê hevkarî, hevbeşî û hevagengiya di navbera Koalîsyon, Artêşa Îraqê û Koalîsyonê de berdewam bikin.

Hat ragihandin ku yek ji babetên civînê jî reformên Wezareta Pêşmergeyan û yekkirina Pêşmergeyan bû.

Barzanî û Vowell diyar kir, divê piştgirî were dayîn da ku ev reform bi ser bikevin û astengên li ber reforman û yekkirina Pêşmergeyan nemînin.

Hat ragihandin ku Wezîrê Karûbarên Pêşmergeyan jî tevî civînê bûye û hinek mijarên din ên girîng jî hatine gotûbêjkirin.