Hewlêr – Agir bi avahiyeke neqediyayî ket

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê agir bi avahiyeke neqediyayî ket û heta niha sedema şewatê nayê zanîn.

Avahî li nêzîkî cadeya 40 Metrî ya Hewlêrê ye û agir bi qeta jor a projeyê ketiye.

Nûçegîhana Rûdawê Helebce Sadûnê ragihand, di şewatê de ti zererên canî çênebûne.

Helebce Sadûnê da zanîn ku tîmên Parastinê yên Sivîl li herêmê ne û hewl didin agir vemirînîn.

Nûçegîhana Rûdawê diyar kir ku agir bi qeta serî ya avahiyê ketiye. 

Li aliyê din, nûçegîhanê Rûdawê Horvan Refet jî li cihê bûyerê ye. 

Horvan Refet da zanîn ku tîmên agirvemirandinê rêyên nêzîkî agir girtine.

Li gorî zanyariyên Horvan Refet, ji bo silametiya canê xelkê hêzên ewlehiyê nahêlin xelk bi pêyan û bi otomobîlan li herêmê derbas bibin.