Li Şirnexê qeza: 5 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Hezexê ya Şirnexê otomobîlek wergeriya û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Nêzî bajarokê Tilîlayê yê navçeya Hezexê otomobîlek wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, îtfaiye û cendirme çûn cihê qezayê.

Di qezaya trafîkê de 5 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.