HEWLÊR – Şewata li parzûngehê berdewam dike!
Hewlêr (Rûdaw) - Parzûngeha petrolê ya li ser rêya Hewlêr û Giwêrê ji şeva borî ve dişewite.
Tim teqînên nû rû didin û şewat berdewam dike.
Li gorî agahiyên ku gihane Rûdawê, heta biha herî kêm 10 kes birîndar bûne ku piraniya wan xebatkarên ekîbên agirvemirandinê ne.
Parzûngeha petrolê ya li ser rêya Hewlêr û Giwêrê ji şeva borî ve dişewite
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 13, 2024
🛑 Tim teqînên nû çêdibin û şewat berdewam dike
📸Bilind Tahir / Rûdaw pic.twitter.com/SDnGB6UpnS
Şeva borî demjimêr 20:30î li ser rêya Hewlêr-Giwêrê, li qada ku parzûngeha petrolê, kargeha belavkirina petrolê û depoya qîrê lê ne şewat derket.
Li gorî agahiyên ku ketine destê Rûdawê, heta niha 3 otomobîlên agirvemirandinê û 4 tanker şewitîne.
35 tîm beşdarî xebatên agirvemirandinê dibin lê şewat heta niha jî nehatiye kontrolkirin.
Parzûngeha petrolê ya li ser rêya Hewlêr û Giwêrê ji şeva borî ve dişewite
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 13, 2024
🛑 Dîmenên herî nû yên şewatê pic.twitter.com/Hrg2z01PEN