Li Rojhilatê Kurdistanê di navbera hêzên Îranê û PJAKê de şer derket

13-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kosalan PJAK Supaya Pasdaran Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kosalan a ser bi bajarê Sewlawa yê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ve di navbera gerîlayên PJAKê û hêzên Îranê de şer derket. Baskê Serbazî yê PJAKê ragihand ku di şer de serbazekî Îranê hatiye kuştin.

Ji serê sbeha Duşemê ve, Supaya Pasdaran bi hêzên peya, esmanî û topxaneyê li navçeyên çiyayî yên Kosalanê operasyonekê daye destpêkirin.

Fermandehiya Yekîneyên Parastina Rojhlatê Kurdistanê, ku baskê serbazî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye, îro Sêşemê daxuyanyek belav kir û tê de dibêje “Bi sedan kes ji hêzên Îranê li Çiyayê Qelenyan hatine bicihkirin û derdora navçeyê bi hawîn û topan tê bombebarankirin.”

Herwiha di daxuyaniya PJAKê de hat ragihandin ku gerîlayên wan di rewşa êrîşkirinê de nînin, lê ji bo xweparastinê çalakyeke nîşanşikênî encam dane û serbazekî îranê kuştine. Di beşeke din a daxuyaniya xwe de PJAK dibêje heya dema belavkirina vê daxuyanyê, ti ziyanek negihîştiye gerîlayên PJAKê, lê tevgera hêzên Îranê û bombebarana navçeyê berdewam e.

Supaya Pasdaran a Îranî heya niha di derbarê operasyonê û şer û pevçûnên di navbera hêzên xwe û PJAKê de ranegihandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir