Mazlûm Ebdî li ser bûyera helîkoptera Amerîkî daxuyaniyek da

13-06-2023
RÛDAW
Nîşan Mazlûm Ebdî HSD Ketina Helîkopterê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê ketîna helîkoptera Amerîkî de ku tê de 22 Amerîkî birîndar bûbûn de got “Em ji bo birîndarên helîkoptera Amerîkî ya li Bakurê Rojhilatê Sûriyê ketiye xwarê şifayê dixwazin.”

Helîkoptreke Amerîkî di 11ê Hezîranê de li Bakurê Rojhilatê Sûriyê ketibû xwarê û tê de 22 Amerîkî birîndar bûn.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di derbarê ketina helîkoptera Amerîkî de li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir.

Mezlûm Ebdî got Em ji bo birîndarên helîkoptera Amerîkî ya li Bakurê Rojhilatê Sûriyê ketiye xwarê şifayê dixwazin. Em pabendbûna xwe piştrast dikin ku em ê bi hevkarên xwe yên hevpeymaniya dijî DAIŞê re berdewam bin ji bo dabînkirina aramiya herêmê.”

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku roja 11ê Hezîrana 2023yan de helîkoptereke hêzên Amerîkî ketiye xwarê û di encamê de 22 Amerîkî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniyê, birîndaran çareserî wergirtiye û 10 ji wan bi armanca wergirtina çareseriyê bo derveyî navçeya operasyonên CENTCOMê hatine şandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst