EFRÎN - Hevjînê jina Kurd a ku çekdaran stûyê wê jê kiribûn ji Rûdawê re behsa bûyerê kir

13-06-2023
Hisên Omer
EFRÎN - Jina Kurd a ku ji aliyê çekdaran ve stûyê wê hatibû jêkirin bi axê ve hat spartin
EFRÎN - Jina Kurd a ku ji aliyê çekdaran ve stûyê wê hatibû jêkirin bi axê ve hat spartin
Nîşan Efrîn Ofê Şêx Ehmed Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve de ye jina Kurd Ofê Şêx Ehmed ku ji aliyê çekdaran ve hatibû kuştin, bi axê ve hat spartin.

Li bajarê Efrînê di 12ê Hezîrana 2023an de jina Kurd a bi navê Ofê Şêx Ehmed a 40 salî ku ji gundê Şêx ê navçeya Raco ye, ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hate kuştin û agir berdan mala wan.

Li gorî zanyariyên ku ketine destê Rûdawê roja Duşemê danê sibehê demjimêr derdora 09:30an de, dema ku Henîf Henan Xelîl hevjînê Ofê Şêx Ehmed ji malê diçe kar, çekdarên ku di heman demê de cîranên wan in êrîşî malê dikin û Ofê Şêx Ehmed kuştin û pişre pere û zêrê wan jî didizîn.

Henîf Xelîl hevjînê Ofê Şêx Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hûrgiliyên bûyerê vegotin.

Henîf Xelîl hevjînê Ofê Şêx Ehmed got "Sibehê di 08:30an de ez rabûm jinikê sifre danî me taştê xwar û ez derketim çûm sanayiyê kar. Derdora saet 09:30an de min dît cîranê me hat û ji min re got `cîran here malê.` Min got înşellah tiştek tine, ji min re got `here malê.` Em ketin otomobîlê di rê de ji min re got `cîran ar bi mala te ketiye.` Hevjîna min navê xwe Ofê ye ji ngundê Şêx e. Min jî got înşellah tiştek ji hevjîna min nebûye. Ji bona ku ez netirsim got `na na tiştek ji hevjîna te nebûye, ar bi mala te ketiye. Mala te gişt şewitiye.` Em hatin me çi dit? Me dît ku îtfaiye û hemû hatine. Mal gişt şewitiye û zêrên jinikê gişt birine û jina min ser jê kirine, bi kêran lê xistine û ew birine nexweşxaneya eskeriyê. Wiha bûye. Em heqê xwe dixwazin. Bes e bila ev zilma li ser me rabe."

Ofê Şêx Ehmed a 40 salî ji gundê Şêx Mihemed e, zewicîbû û bê zarok bûye, duh Duşemê li Efrînê hatibû kuştin.

Diya Henîf Xelîl Xesûya Ofê Ehmed dibêje "Keko em çi bûn, ev çi bi serê me de hat. Ev çi belaye hate serê me. Bê sûc û bê sebep we jin kuşt, we zêr birin, we mal şewitandin. Em heqê xwe dixwazin. Lawê min ji duh ve nan nexwariye, av venexwariye, kincên bi xwîn... Ev çi zilm e? Me çi kiriye bi we? Hûn çi ji me dixwazin?"

Li gorî dîmenên ji nav mala qurbaniyê hatine kişandin û ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin didin nîşandan ku mal hatiye talankirin û piştre hatiye şewitandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst