Li bakurê rojhilatê Sûriyê helîkoptrek ket xwarê: 22 Amerîkî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Di encama ketina helîkoptreke Amerîkî de li bakurê rojhilatê Sûriyê 22 Amerîkî birîndar bûn.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku roja 11ê Hezîranê helîkoptereke hêzên Amerîkî rastî bûyerekê hatiye û di encam de, 22 Amerîkî birîndar bûne.

Di daxuyaniyekê de ku serê sibeha îro  hatiye belavkirin, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê dibêje di bûyerekê de ku helîkoptereke wan rastî wê hatiye 22 endamên xizmetê yê Amerîkayê bi awayên cuda birîndar bûne.

Li gor daxuyaniyê, birîndaran çareserî wergirtiye û 10 ji wan bi armanca wergirtina çareseriyê bo derveyî navçeya operasyonên CENTCOMê hatine şandin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê herwiha ragihandiye ku helîkoptera wan rastî ti êrîşeke neyarane nehatiye û lêkolînên derbarê sedema bûyerê de berdewam in.