Li Kirmaşanê agir bi baxeke fêkiyan û zeviyeke genim ket

13-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li qezaya Cuwanro ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ve agir bi bax û zeviyeke genim ket. Di encamê de 250 darên fêkî û 5 hektarên genim şewitîn.

Bûyer roja Yekşembê 12ê Hezîrana 2022 li gundekî ser bi qezaya Cuwanro ya Kirmaşanê çê bûye.

Li gor agahiyan di destpêkê de agir bi zeviyeke genimê dêm ket, piştre agir gihîş baxê fêkiyan.

Di encama şewatê de, 200 darên Bawî, 50 mêwên Tirî û 5 hektar genimê welatiyan şewtiîn.

Agir piştî gelek hewldanan ji alilyê xelkê navçeyê bi xwe ve hate kontrolkirin.

Heya niha sedema şewatê nehatiye zanîn, lê Polîsê Cuwanroyê ragihandiye derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst