Vidowall- Krîza avê li Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Bandora kêmbûna avê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê ji zû de derketiye, lê roj li pey rojê xirabtir dibe, li gor raportên dezgehên navneteweyî sal bi sal rêjeya berdana ava Çemê Ferat kêm dibe.

Encûmena Norwecî ya Penaberan di raporteke xwe de ragihandibû ku bêhtirî 5 milyon kes li Sûriyê pişta xwe bi ava Çemê Ferat ve girê didin.

Ew 5 milyon kes, ku hejmara nişteciyên navçeyên Rêveberiya Xweser in, di bin metirsiya kêmbûna avê de ne. Ew navçe ji Kobanî, Minbic, Cizîrê, Reqa û Dêre Zorê pêk tên.

Radeya hatina ava Çemê Ferat ji derdora 600 metre sêca, di yek saniyê de, daketiye 200 metre sêca.

Foruma Navdewletî ji bo Avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku bi beşdariya 300 kesî, Îlona 2021ê li bajarê Hesekê, hate lidarxistin, ragihand ku çavkaniyên avê li wan navçeyan têra 15 milyon kesî dikir, lê sal bi sal av kêmtir bû.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser jî ragihandibû ku 80% ji xelkê pişta bi çandiniyê girê didin.

Raporteke Destpêşxeriya (REACH) ku baregeha wê li Cenêvê ye, dibêje ku asta ava di bin zeviyan de li navçeyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê gelekî daketiye.

Hejmarek ji sedemên sereke yên krîza kêmbûna avê li wan navçeyan, hene:

Yekem, Hişkesalî: Wezareta Jîngehê ya Hikûmeta Sûriyê dibêje ji 70 salî ve hişkesaliyeke wiha bi ser Sûriyê de, nehatiye, rêjeya baran-barînê gelekî kêm bûye, gelek çavkaniyên avê yên xwecihî zuha bûne.

Sala 2021ê hişkesalî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, gihişte lûtkeyê, hatina baranê 140 millîmetre bû, salên berê digihişte 400 millîmetre.

Salên 1980, 2006 û 2010an dijwartirîn salên hişkesaliyê bûn li wan navçeyan.

Sedema Duyem- Qutkirina ava Çemê Ferat, ji aliyê Tirkiyê ve, bandor li ser peydabûna avê kiriye, çi li bendavan, çi jî li golan yan ava bin zeviyan. Weke nimûne, Bendava Tebqa, ku mezintirîn bendave li Sûriyê, dirêjiya gola wê 90 km ye û panahiya wê 8 kîlometre ye. Rûberê wê jî 640 km çargoşe ye û dikare 14 milyar metre sêca avê embar bike, lê ji ber birrîna ava Ferat, asta wê bendavê bi nêzîkî 6 metreyan daketiye.

Sedema Sêyem ya kêmbûna avê, birrîna Tirkiyê ya car bi car, ji ava wêstgeha Elok re ku nêzîkî milyon kesî li bajarê Hesekê û beşekî ji gundewarê wî bajarî, pişta xwe pê girê didin.

Sedema Çarem, îhmalkirina sîstema avdaniyê û zêdebûna bikaranîna avê ji bo karkirina wêstgehên elektrîkê.

Sedema- pêncem jî şorbûna zevî û nebûna planên stratejîk ji bo embarkirina avê.