Hişkesaliyê 12 trîlyon tumen ziyan daye Loristanê

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Çandiniyê ya Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku ji ber hişkesaliyê îsal nêzî 12 trilyon tumenên Îranê ziyan gihiştiye Loristanê û heta niha tenê karîne 3 trîlyon û 200 milyar tumen deynên bankî wek qerebû bidin.

Serokê Rêveberiya Çandiniyê ya Loristanê Seyîd Îmad Şarûxî roja Sêşemê hişyarî da ku li Loristanê hişkesaliyeke dijwar heye û ziyana hişkesaliya îsal gihîştiye 11 trîlyon û 800 milyon tumenên Îranê.

Şarûxî destnîşan kir ku di çandiniyê de 8 trilyon û 13 milyar tumen, di hilberîna masiyan de 930 milyar tumen, di baxevaniya fêkiyan de 1 trilyon û 420 milyar tumen, di berhemanîna goştê sor de 829 milyar tumen, di berhemanîna şîremeniyê de 233 milyar tumen û di berhemanîna hingiv de 375 milyar tumen ziyan gihîştiye.

Her wiha diyar kir, hikûmetê biryar daye ku ziyanên Loristanê qerebû bike, ji ber vê dê 3 trîlyon û 200 milyar tumenên Îranî wek deynê bankî bide rêveberiya parêzgeha Loristanê ku dest bi belavkirina beşeke wê li xelkê hatiye kirin. Li gor Şarûxî heta niha tenê 90 milyar tumenên Îranî deynê bankî ji bo qerebûkirina cotkaran hatiye amadekirin.