Nêçîrvan Barzanî daxwaza yekrêziya partiyên Kurdistanî kir

13-06-2022
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Partiyên Kurdistanî Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî dest ji kar kişandina parlamenterên Tevgera Sedr ji Parlamentoya Iraqê nîgeraniya xwe nîşan da û bang li aliyên Kurdistanî kir û got, “Hemû aliyên Kurdistanî yekrêz û yekgirtî bin.”

Piştî dest ji kar kişandina parlamenterên Tevgera Sedr ji Parlamentoya Iraqê, hîn ne diyar e ka dê 73 kursiyên Tevgera Sedr çawa werin dagirtin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twîtterê got, “Em bi nîgeranî li geşedanên dawî yên siyasî li Iraqê dinêrin. Em hêvîdar in ku alozî çênebe û Encûmena Nûneran nûneratiya hemû Iraqiyan bike. Ez bang li hemû partiyên Kurdistanî dikim ku bibin yek.”

Şeva bihurî Muqteda Sedr ferman da serokê fraksiyona xwe ku destjikarkişandina xwe pêşkêşî serokê parlamentoyê bikin û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî jî destjikarkişandina parlamenterên Tevgera Sedr îmze kir.

Roja Duşemê 13ê Hezîrana 2022an, piştî biryara destjikarkişandina parlamenterên Tevgera Sedr berbijêrê serokwezîriya Iraqê Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî ya Iraqê Mihemed Cafer Sedr jî ji berbijêriyê vekişiya.

Berî vekişîna Tevgera Sedr ji parlamentoya Iraqê, partiyên Iraqî li ser du eniyan hatibûn dabeşkirin; aliyek  Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî bû ku ji Tevgera Sedr, PDK û Hevpeymaniya Serweriya Suneyan pêk dihat, ya din jî Çarçoveya Hemahengiyê ya bi serokatiya Nûrî Malikî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst