CNKê nerazîbûn li hemberî helwesta li dijî Serok Mesûd Barzanî û Rûdawê nîşan da

13-06-2022
Şadiye Resûl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) nerazîbûn li hemberî kesekî ku di dema "Meşa Gemlîkê" ya bi pêşengiya HDPê li Stenbolê de heqaret li Rêveberiya Herêma Kurdistanê dike û bi devkî û fîzîkî êrîşî peyamnêr Rûdawê dike, nîşan da.

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Êrîşên HDPê û hevalbendên wê yên demokratkirina dewleta dagirker ji xwe re kirine armanc, bo nirxên neteweyî yên Kurdistanê ror bi roj dewam dike. Di hesabên medyaya civakî yên rojnameya Yeni Yaşamê ku ser bi HDPê ve ye, di vîdeonûçeyan de tê dîtin ku di dema çalakiya HDPê ji bo Rêberê PKKê li Kadikoya Stenbolê kom dibin HDPyî êrîşa fîzîkî li peyamnêrê Stenbolê yê Guruba Medyayî ya Rudawê dikin û heqaret û dijûnan jî li Serok Mesûd Barzanî dikin.”

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê helwesta HDPê şermezar dike û dibêje: “Di her firsendê de HDPyî û hevalbendên wê êrîşî Ala Kurdistanê, Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên fermî, hêza meşrû ya parastina Herêma Kurdistanê Pêşmerge û herî dawî jî êrîşî Rêberê Damezrîner ê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin. Em van êrîşên tirsokane û bêedebî yên HDPê û hevalbendên wê bi tûndî şermezar dikin. Em destûrê nadin ew xeyalên HDPê û hevalbendên wê ji bo dijberiya Bakurê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê dibinin pêk werin û careke din em aşkere dikin her kî êrîşî nirxên neteweyî bike dê me li hemberî xwe bibine.”

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê herwiha rexneyan li partiyên Kurdî yên ligel HDPê tifaq kirine digere û dibêje: “Li aliyê din em eşkere jî dikin bêdengiya wan aliyên bi navê goya ‘Tiffaqa Kurdistanî’ bi HDPê re hevkariyê dikin û ji êrîş û dijûnên HDPê û hevalbendên wê yên ji bo nirxên neteweyî û Serok Barzanî re bêdeng in bi tenê di dema hilbijartinan de û ji bo berjewendî û kursiyan nirxên neteweyî bi bîrtînin.”

Di berdewamiya daxuyaniya  Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê bang li wan hemû aliyên di bereya dagirkerên Kurdistanê de cih girtine re dike û dibêje: “Ala Kurdistanê, serweriya Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên fermî, Rêberê Damezrîner ê Herêma Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî xeta sor a bi milyonan kurd e. Êrîşên û heqaretên bi vî rengî yên li nirxên neteweyî yên Kurdistanê, ne cuda ne jî êrîşên dagirkeran li berxwedana azadiyê ya milletê me.

Herî dawî em bang li HDPê dikin ku  dawiyê li wan êrîş û heqaretan li beramber nirxên neteweyî yên Kurdistanê bîne û sînoran di navbera Bakurê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de ava neke.”

Rojnamenya Yeni Yaşam li ser malpera xwe videoyek bekav kir û got: “Ji bo 'Meşa Mezin a Gemlîkê' ya ji bo azadiya Rêberê PKKê Ocalan hatibû amadekirin, îro li Kadikoyê bi hezaran kes hatin cem hev. PDK û saziyên çapemeniyê yên wê para xwe ji vê meşê girtin.” Di dîmenan de tê dîtin ku nahêle Peyamnêrê Rûdawê yê Stenbol, Omer Sonmez karê xwe bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst