Serokê Şaxa Şirnexê ya Partiya Pêşerojê dest ji kar berda

13-06-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaxa Şirnexê ya Partiya Pêşerojê Şahîn Sulhan îro dest ji kar berda û ragihand,  veqetîna wî ji ber nakokiyên wî yên fikrî li gel partiyê bûye.

Şahîn Sulhan dema 10 mehan bû ku weke Serokê Şaxa Parêzgeha Şıirnexê ya Partiya Pêşerojê hatibû diyarkirin.

Derbarê sedema dest ji kar berdana xwe de, Şahîn Sulhan ji Rûdawê re ragihand: “Ji ber di hin mijaran de ez û partiya xwe cuda difikirîn, min dest ji kar berda.”

Sulhan herwiha diyar kir ku daxuyaniyên wî yên di derbarê Kurdan de hin beşên partiyê aciz kirine.

Sulhan li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyaniyek da û got, “Ez ku ji Tebaxa 2020an ve Serokê Şaxa Parêzgeha Şirnexê ya Partiya Pêşerojê bûm, ji îro pê ve jê vediqetim. Ez rêz û hezkirina xwe pêşkêşî Serokê Partiya Pêşerojê Prof. Dr. Ahmet Davutoglu û hemû endamên Partiya Pêşerojê dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim.”

Partiya Pêşerojê ji aliyê serokwezîrê pêştir û Serokê AK Partiyê yê berê Ahmet Davutoglu ve û piştî zêdebûna nakokiyên wî li gel Recep Tayyip Erdogan Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AK Partiyê, di 13-12-2020 de hatiye damezrandin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst