11 Photos
Sûlava Munzurê dikeve qezaya Pilur a Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê ku 1500 metran ji asta deryayê bilind e dikeve navbera çiyayên Munzur û Mercanê.
Ew sûlav 80 kîlometran ji navenda bajarê Dêrsimê dûr e, û ji ber bedewiya sûlavê û xwezaya balkêş a derdorê salane bi hezaran geştyarên navxwe û biyanî serdana wê dikin.
Ji ber helîna berfa li çiyayan, niha rêjeya ava sûlavên li deverê zêde bûye û xwezaya derdorê jî bi gul û giyayên xwe bala her kesî dikişîne ser xwe.
Wêne: AA