Li Midyadê 35 donim rez û daristan bûn xwelî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê agir bi rez û daristanê ket û 35 donim rez û daristan bûn xwelî.

Li gundê Mizîzexê agir bi rez û daristanê ket. Tîmên agirvemirandinê û welatî ber bi herêmê ketin tevgerê û hewl dan agir vemirînin.

Xelkê gund bi mekîneyên kar û çiqlên daran hewl dan agir vemirînin, lê tîmên agirvemirandinê ji ber otomobîlên wan nikarîn biçin wî cihê çiyayî, bi pat patan (otomobîleke wek traktorê) midaxele kirin.

Hat ragihandin ku 35 donim rez û daristan bi tevahî bûne xwelî, lê nehatiye diyarkirin ka agir ji ber çi derketiye.

Li gundên Midyadê bi sedan corên tirî hene û bi rezên xwe navdar in.