Selahedîn Demîrtaş: HDP ne beşek e ji Tifaqa Millet

Hewlêr (Rûdaw) - Selahedîn Demîrtaş tekez dike HDP ne beşek e ji Tifaqa Millet û diyar dike, “Di hilbijartinên xwecihî de HDPê li gel CHP û ÎYÎ Partiyê ti tifaqek pêk neanîbû tenê li hinek bajarên mezin ji bo pêşxistina demokrasyê bi awayekî yekalî piştevaniya berbijêrên CHPê hatiye kirin.”

Li hejmara Twitterê li gel nûtîrin wêneyê wî, daxuyaniya Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş ku niha di zindanê de ye hat belavkirin.

Selahedîn Demîrtaş di wê daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser hevpeymaniyên bo hilbijartinan û amaje bi wê kiriye, “HDPê aşkere an veşartî ti tifaqek li gel Partiya Komarî ya Gel (CHP) û ÎYÎ Partiyê nekiriye û tenê li hinek bajarên mezin bi mebesta pêşxistina demokrasiyê bi awayekî yekalî piştevaniya berbijêrên CHPê kiriye û ne beşek e ji Tifaqa Millet.”

Selahedîn Demîrtaş tekezî li ser wê kiriye, “banga HDPê ji bo tifaqa demokrasiyê, ne hevkariyeke bo hilbijartinê ye, bangeke aqilê hevbeş e ji bo avakirina dahatûyeke ronî.”

Herwiha Demîrtaş diyar kiriye, “HDP, tundûtûjî jî di nav de, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên me bi rêyên siyasî heye, ji pirsa Kurd ta aboriyê, ji bêdadperweriyê ta bêhêvîtiyê ji bo çareserkirina her pirsekê bi aqilekî hevbeş van bangan dike.”

Demîrtaş dibêje jî, “HDP hêza xwe ji xelkê digire û hesabê tenê dide xelkê. Nikarin bi zext û êrişan HDPê paş bixin. Li şûna dîtina HDPê wek ‘dijmin’ekê, pêkanîna diyaloga li gel HDPê dê ji bo Tirkiyê ya baştirîn be.”

Herwiha Hevserokê berê yê HDPê amaje bi wê dike, “Divê em jî wek HDP kêmasiyên xwe, şaşiyên xwe jidil tesbît bikin û xwe, armanc û pêşniyazên çareseriyê ji bo civaka Tirkiyê bi awayekî aşkeretirîn vebêjin.”

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji sala 2016an ve li zîndana bajarê Edîrneyê girtî ye.