Îbrahîm Biro: Pirsgirêk di nav Desteya Danûstandinan de heye

Hewêlêr (Rûdaw) – Endamê Desteya Bilinda Danûstandinan a ji Pirsa Sûriyê Îbrahîm Biro heta niha jî nakokî di nav Desteya Bilinda Danûstandinan berdewam e. Bira herwiha got ku weke Kurd mafê wan e ku posta cîgirê Serokê Desteya Bilind a Danûstandinan werbigrin.

Endamê Desteya Bilinda Danûstandinan a ji Pirsa Sûriyê Îbrahîm Biro beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa  civînên Desteya Bilinda Danûstandinan kir.

Îbrahîm Biro diyar kir ku  ku ev nêzîkî şeş mehan e ku civînên Desteya Bilinda Danûstandinan bi awayeke rêkûpêk nehatine kirin têne hinek civîn bi rêya online hatine lidarxistin.

Biro da zanîn ku di civînan de, 4 pêkhate beşdar bûne, lê 3 pêkhateyên din beşdar nebûn û hîn jî nankokî di nav desteyê de derbarê navên kesên serbixwe ku vê dawiyê li Riyad tevlî desteyê bibûn derketin.

Endamê Desteya Danûstandinan Îbrahîm Biro ji Rûdawê re ragihand, hewl tê dayin di dema du rojan de hemû endamên desteyê beşdar bibin û heta niha jî derbarê posta serok û cîgirê serokê Desteya Bilinda Danûstandinan lihevkirin nehatiye kirin.

Biro eşker kir ku hemû alî dikarin xwe ji bo posta serok  û cîgirê serokê Desteya Bilinda Danûstandinan bike, lê weke Kurd mafê wan e, posta cîgirê serokê destê werbigrin.

Îbrahîm Biro herwiha ragihand, ku Amerîka û Rûsya hewl didin meha bê civînek ji bo Komîteya Destûrê ya Sûriyê were lidarxisin û got, destûra Sûriyê ji bo Kurdan pir girîng e ku karibin bi rêya wê mafên Kurdan bicî bikin.