Li zozanên Wanê meşvan û mele ji bo hingiv dia kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Miksê ya Wana Bakurê Kurdistanê mêşvan ji bo ku hişkayî çênebe û hilberîna hingiv zêde be li zozanê 2 hezar û 500 metre bilind bi mele re diaya hingiv kirin. 

 

Serokê Yekîneya Mêşvanên Wanê Halîl Tandogan û dora 50 mêşvanan derketin Zozanê Elmayakaya 15 kîlomêtre ji navçeyê dûr e.

 

 

Mêşvanan ji ber hişkayiya par nekarîn bi dilê xwe hingiv bi dest bixin îsal jî ji bo ku bera hingiv zêde bibe bi serkêşiya Mele Mehmet Nurî Tanrikulu re dia kirin.

 

Mêşvanan li zozanê 2 hezar û 500 metre bilind li ber kewarên hingiv dia kirin û piştî ku Şêwirmenda Çandiniyê Naşîde Uyana derbarê hilberîna hingiv de agahî dan ji zozanê vegeriyan.

 

 

Naşîde Tandogan got ku navçeya Miksê di hilberîna hingiv de xwedî cihekî girîng e, û wiha pê de çû: "Di vê heyama ku germbûna gerdûnî tê axaftin de bi taybetî kêmbûna şiliya biharê bû sedem ku hişkayî çêbe. Ji ber ku li navçeya me bi sedan malbat debara xwe bi mêşvaniyê dikin em bi komeke mêşvan û mele re derketin vir. Em hêvî dikin ku îsal ber zêde be. Armanca diayê me jî ew e ku bera hingiv zêde bibe û rûyê hilberînerên me bikene."

 

 

Midûrê Daristan û Çandiniyê yê Navçeyê Erkan Hakan diyar kir ku mêş li zozanan ji 113 nebatên cuda xwe xwedî dikin û got: "Em ji bo mêşvaniya organîk xwedî cihên nuwaze ne. Dermanên kimyewî nayên bikaranîn. Gubre jî nayê bikaranîn. Ev der bi temamî cihê hilberîna organîk e. Em hêvî dikin ku îsal biber derbas bibe. Par ji hêla hilberîna hingiv ve bêber bû. Îsal hêviya me zêde ye."

 

Mêşvan Bedrettîn Aktar jî wiha axivî: "Me par bi dilê xwe hingiv ranekir. Em îsal bi mele re hatin û me di nav mêşan de dia kir. Me ji bo ku ber û berekata hingiv zêde be dia kir. Înşeallah hingivê îsal zêde be."