Şahoz Hesen: Eger em beşdar nebin ti danûstandin serkeftî nabin

13-06-2019
RÛDAW
Şandeke PYDê li Başûrê Kurdistanê ye.
Şandeke PYDê li Başûrê Kurdistanê ye.
Nîşan PYD Şahoz Hesen Sûriye Kurd Cenev Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) - Hevserokê PYDê Şahoz Hesen ragihand, eger Rêveberiya Xweser beşdarî di gotûbêjên aliyên siyasî yên Sûriyê de neke, ew gotûbêj sernakevin.

 

Îro şandeke PYDê serdana bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê kir û bi cuda li gel berpirsên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê civiya.

 

Şanda PYDê rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê ligel aliyên siyasî li Silêmaniyê gotûbêj kirin.

 

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen ji Rûdawê re ragihand, gelek giring e ku Rêveberiya Xweser beşdarî civînên opozisyonê û hikûmeta Sûriyê de bibe, daku ew civîn serkeftî bin û bigihin encamê.

 

Şahoz Hesen tekez kir ku divê nûnerên Rêveberiya Xweser rasterast di danûstandinên Cenevê û komîteya destûrê de beşdar bibin.

 

Hevserokê PYDê diyar kir, li bakurê rojhilatê Sûriyê, “Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Demokratîk hene û divê nûneratiya wan di danûstandinên derbarê rewş û çarenivîsa Sûriyê de hebe.”

 

Şahoz Hesen di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi xwestek û projeya partiya xwe li Sûriyê kir û got, ew “Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî” dixwazin û tekez kir, “di çarçoveyeke destûrî de divê mafên hemû gelan û bi taybet mafên gelên Kurd bêne garantîkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst