SÊRT - Traktor û minibus lihev ketin: 6 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê traktor û minibus li hev qelibîn û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

 

Traktora bi plaqeya 56 BA 074 ku Omer Eker (28) diajot û minubusa bi plaqeya 56 BA 197 ku Mehmet Kadrî Bakay (57) diajot li ser rêya Sêrt-Erûhê lihev ketin.

 

Di qezayê de herdu ajovan û Îsa Bakay (29), Şefik Eker (53) ligel 2 kesên din ku navên wan nehatiye hînbûn, birîndar bûn.

 

Tîmên bijîşkî birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û nexweşxaneyên derdorê veguhestin.

 

Rêya ku bi sedema qezayê maweyekê ji yek şerîtê xebitî, piştî rakirina wesayitan êdî asayî bû.