Li Bedlîsê 76 mih ji kendal gêrbûn

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Tetwana Bedlîsê ji 76 miyên ji kendal gêrbûn û 65 mih birîndar bûn.

 

Li Baxmeşeya goma Çanakduzuya gundê Tetwanê şivan 600 pez diçêrand, ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn mihek di kendal de gêr bû.


76 mihên din jî piştî miha gêrbûyî xwe ji kendal avêtin û ji wan 65 heb birîndar bûn.


Li ser banga şivan xwediyê pez û ekîbên Midûriyeta Xurek Çandinî û Ajeldariyê çûn cihê bûyerê û lêkolîn kirin.