KERKÛK - Serhed Qadir li ser valakirina gundên Kurdên Kakeyî hişyarî da

13-06-2018
RÛDAW
Rêveberê berê yê Polîsê Navçe û Nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir
Rêveberê berê yê Polîsê Navçe û Nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir
Nîşan Kerkûk DAIŞ Kurdên Kakeyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê berê yê Polîsê Navçe û Nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ji ber êrişên DAIŞê li ser valabûna gundên Kurdên Kakeyî hişyarî da û got: “Eger ew gund werin valakirin, çekdarên DAIŞê dê bi hêsanî werin nav navçeya Daqûqê û nahiyeya Taze û xeta stratejîk a Kerkûk - Bexdayê bigrin.”

 

Serhed Qadir beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bû û li ser metirsiya DAIŞê ya li ser deverên Kurdên Kakeyî yên li Kerkûkê û ji aliyê stratejîk ve giringiya deverên wan ragihand: “Ew gund, gundê Kakeyiyan e û her dem weke hêz li wir bûn û berevaniya xwe kirine. Kakeyî beriya DAIŞê jî rastî êrişên komên din ên terorîst ên weke El Qaîde û Ensar hatine û şehîd bûne û hatine revandin.”

 

Qadir destnîşan kir: “Beriya şerê DAIŞê zêdetirî 100 şehîdên Kakeyiyan hebûn, di şerê DAIŞê de jî roleke baş a birayên me yên Kakeyî hebû, lê niha mixabin weke pêwîst hêz li wê derê tine ye, lewma DAIŞ êrişî wan dike. Kurdên Kakeyî him ji ber ola xwe û him jî ji ber ku Kurd in, her dem bûne armanca yekem a komên terorîst, bi kuştin, revandin, şewitandina malan û sivakatîkirinê dixwazin wan derbixin.”

 

Li ser stratejîkbûna gundê Kakeyiyan, Serhed Qadir diyar kir: “Gundên birayên me yên Kakeyî zêdetir ketiye sînorê navçeya Daqûqê, sînorê navçeya Daqûqê jî rêya stratejîk a Bexda û Kerkûkê ye, eger ew gundê Kakeyiyan li wir nemîne, çekdarên DAIŞê gelek bi hêsanî dê têkevin navçeya Daqûqê û rêya stratejîk a Bexda – Kerkûkê bigrin.”

 

Rêveberê berê yê Polîsê Navçe û Nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir eşkere kir: “Valakirina gundê Kakeyiyan, ji aliyê leşkerî ve gelek xirab e, ji ber vê divê hêzên Iraqî ku li wî sînorî ne, gelek bi hûrgilî çavdêrî bikin, eger ew gund werin valakirin, çekdarên DAIŞê bi hêsanî dikarin werin nav navçeya Daqûq û nahiyeya Taze û xeta stratejîk a Kerkûk – Bexdayê bigrin.”

 

Serhed Qadir derbarê çavkaniya êrişên ser gund û deverên Kurdên Kakeyî de diyar kir: “Ev ne veşartî ye ku hêzeke mezin a çekdarên DAIŞê li sînorê navçeya Dûz û nahiyeya Reşad heye, navçe û gundên Ereban hemû çekdarên DAIŞê têde hene. Rast e hêzên Iraqê hene, lê ew tenê li nav navçeya Dûz û nahiyeya Reşad hene, lê sînorê wê deverê û gundên li wir, bi taybetî geliyê Zerge ku devereke berfireh e, bi hezaran çekdarên DAIŞê gelek bi hêsanî dikarin li wir bimînin. Hêzên Iraqê niha û berî hina jî nekarîne weke pêwîst wan deveran kontrol bikin.”

 

Li gor nêrîna Serhed Qadir, şiyana polîsê Kerkûkê niha ji bo kontrolkirina rewşê tine ye û dibêje: “Piştî 16ê mehê ve, ti desthilata polîsê Kerkûkê tine, desthilat bêtir di destê polîsê federalî, çekdarên Heşda Şeibî û Dije-Terorê de ye, ev hêz di bin desthilata Fermandariya Operasyonan de ne, ti desthilata polîsê Kerkûkê tine, ew bêtir karên xwe yên rojane dikin, berî niha polîsê Kerkûkê hêzeke wisa bû ku gund bi gund, gelî bi gelî digeriya û şerê li dijî komên terorîst dikir û şerê li nav bajêr dibir derveyî bajêr.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst