Gora Sakine Cansiz hatiye wêrankirin
Dêrsim (Rûdaw) – Hin kesên nediyar êrişî gora Sakîne Cansiz ku li paytexta Fransa Parîsê hatibû kuştin kirine.
Sakîne Cansiz ligel Fidan Dogan û Leyla Şaylemez 9ê Çile yê 2013an li paytexta Fransa Parîsê hatibû kuştin û piştre termê li Goristan Asrî ya Dersîmê hatibû veşartin.
Bi beşdariya parlamenterên HDPê di merasimekê di 1ê Tebaxa 2015ê li ser diwarên gora Sakine Cansiz wêneyê wê, stêrk û çengên keovak hatibû çêkirin.
Xalê Sakine Cansiz ê bi navê Huseyin Yildirim diyar kir ku çengê kevokê û beşek ji yê stêrkê hatiye şikandin.
Huseyin Yildirim wiha bertekên xwe nîşan da: “Erkdarê Goristana Asrî ya Dersimê em agahdar kirin. Em hatin me dît ku çengê kevokê û beşek ji yê stêrkê hatiye şikandin. Kê şikandiyê em nizanin. Kesê ku ev yek kirî rêza wî hem ji miriya û hem ji xwe re nîne. Rêza ji ji miriyên wan re jî nîne. Heta niha tiştek ji vê goristanê nebibû. Me nizanin kê wiha kiriye. Lê ekdar dibêjin şev vê bûyerê encamp daye. Divê lêpirsîn li ser vê yekê were kirin.”
Erkdarê Goristana Asrî ya Dersimê jî derbarê bûyerê de got, ew nizane bi çi armancê êriş li gorê hatiye kirin dibe ku êrîş şev pêkhatî be.