Cizîr dê bi pûlan bê danasîn

13-06-2017
Rûdaw
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Cizîra navçeya Şirnexê dê bi pûlên ku li serê cihên dîrokî û geştiyarî hene bê nasandin.

 

Qaymeqamtiya Cizîrê bi hevkarî digel Rêveberiya Giştî ya Postaxaneyê (PTT)  bi mebesta nasandina navçeyê pûlên ku li serê wêneyên cihên dîrokî û geştiyarî yên weke Medreseya Sor, Mizgefta Mezin, Avahiya Qişleya Hemîdiyê, Birca Belek, Mizgefta Nebî Nûh, Seata Fîlê ya Ebû el-Îz el-Cizîrî û Medreseya Mîr Evdal, hene çap kirin.

 

 

Qaymeqamê Cizîrê Ahmet Adanur di daxuyaniyeke xwe de, anî ziman ku dê ev proje ji bo nasandina navçeyê gelekî baş be.

 

Adanur destnîşan kir ku bi wan pûlên ku çap kirine, dê dîmenên derbarê Cizîrê bi rêya postê bigihînin hemî aliyekî Tirkiyê û gelek cihên dinyayê û got, "Bi mebesta ku em Cizîra xwe ya bajarê kevnare di hemî warî de bidin nasandin em her hewlê didin."

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst