FLAŞ - Wezîrên Goranê dê vegerin nav hikûmetê
Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behadîn ji Rûdawê re aşkere kir, ku Parlamentoya Kurdistanê dê di demek nêzîk de were aktîvkirin û destnîşan kir, ku wezîrên Goranê jî dê vegerin nav kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Selahedîn Behadîn derbarê rojeva niha ya Başûrê Kurdistanê û mijara çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û amadekariyên bo referandumê de ji Rûdawê re axivî.
Selahedîn Behadîn di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Di demeke nêzîk de dê Parlamentoya Kurdistanê were çalakkirin û dê dest bi karên xwe bike.”
Behadîn got: “Parlemana Kurdistanê bi vê desteya xwe ya serokatiyê ya niha tê aktîvkirin.”
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê herwiha aşkere kir, ku wezîrên Tevgera Goran dê vegerin ser karê xwe.