Pêşewayê Komela Îslamî koça dawiyê kir

 

Hewlêr (Rûdaw)- Pêşewayê Komela Îslamî ya Kurdistanê, Şêx Mihemed Berzencî koça dawiyê kir.

 

Şêx Mihemed Berzencî ku ji destpêka avakirina Komela Îslamî, pêşewayê wê partiyê bû û bi sedema nexweşiyê îro koça dawiyê kir.

 

Şêx Mihemed Berzencî yek ji damezrênerên Tevgera Îslamî ya Kurdistanê bû, piştî damezrandina Komela Îslamî ya Kurdistanê ew wek pêşewe hat hilbijartin.

 

Niha termê Şêx Mihemed li mizgefat Hacî Hesen Loke li bajarê Silêmaniyê ye û biryare danê êvarî bo zêda wî li gundê Serkewt ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve bê veguhstin û li wir bixak bê saprtin.