WAN – Herî kêm 30 kes hatin desteserkirin

13-05-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, îro hêzên ewlehiyê bi ser gelek malan de girt û herî kêm 30 kes desteser kirin.

Dibe ku hejmara kesên desteserkirî bigihêje 60 kesan.

Şaxa DEM Partiyê ya Wanê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:

“Li dijî gelê me yê Wanê ku li hemberî zeftkirina îradeya xwe mafên xwe yên demokratîk bi kar aniye vê sibehê bi ser malan de hatiye girtin û çend kes hatine desteserkirin.

Em vê helwesta ne demokratîk şermezar dikin. Em dê piştre daxuyaniya berfireh parve bikin.”

Li navenda Wanê û çend navçeyên wê hêzên ewlehiyê îro bi ser dehan malan de girt û herî kêm 30 kes desteser kirin.

Sedema operasyonê nehat zanîn lê kesên hatin desteserkirin.

Tîmên ewlehiyê kesên hatine desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê.

Di nav kesên hatine desteserkirin de navê Can Goren, Erol Sarı, Mesut Uçer, Îsmet Yakut, Vedat Balik, Diyar Aslan, Cevzet Yucel, Dilgeş Aslan, Umît Çobanhan, Kenan Îldenîz, Kadîr Uçer, Abdulkadîr Akdag, Şahîn Ozturk, Bulut Kaynak, Azat Kaya û Ozgur Duman hat tesbîtkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst