Heqaretên giran li xelkê Mêrdînê kiribûn: Baro dê giliyê wî bike

13-05-2024
Nîşan Prof. Dr. Ahmet Akgunduz Baroya Mêrdînê Heqaret
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Baroya Mêrdînê ragihand, ew dê ji ber heqaretên ku li gelê Mêrdînê kirine giliyê Prof. Dr. Ahmet Akgunduz bikin.

Rektorê Zanîngeha Îslamî ya Rotterdamê Prof. Dr. Ahmet Akgunduz bi rêya hesabê xwe yê Xê gotibû:

“Wan kûçikên ku li Mêrdînê karebaya qaçax bi kar tînin ji welatîbûnê derxin. Ew diz û bêheysiyet in.”

Baroya Mêrdînê piştî van heqartên wî daxuyaniyek da û diyar kir ku ew dê giliyê Ahmet Akgunduz bikin.

“Mêrdîn dergûşa şaristaniyê ye”

Baroya Mêrdînê eşkere kir ku ew van heqaretên kirêt qebûl nakin û got:

“Mêrdîn dergûşa şaristaniyê ye ku bi hezaran sal e gelek ziman, dîn, çand û netewe bi hev re di nava aştiyê de dijîn.

Gelê Mêrdînê ji vî aliyî ve ne tenê li Tirkiyeyê li gelek navendên cîhanê jî di mijare bihevrebûna cudahiyan de modeleke mînak e.

“Em dê li kêleka gelê Mêrdînê bin”

Divê her kes zanibe ku Baroya Mêrdînê bi çi awayî dibe bila bibe gotinên kirêt ên li ser xelkê Mêrînê qebûl nake û em dê li hemberî her êrişa ku me dike hedef li kêleka gelê Mêrdînê bin.

Em ji raya giştî re radigihînin, em dê giliyê wî kesî bikin ku gelê Mêrdînê kiriye hedef.”

Ew ne heqareta ewil e

Li hêla din, Akgunduz berê jî heqaret li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribû.

Ahmet Akgunduz herwiha di gotarên xwe de zanyariyên lêkolerên Holendî beyî ku çavkaniyê nîşan bide bi kar anîbûn û bi vî awayî bûbû rojev.

Wî dîsa belgeyeke sexte ya derbarê Mele Mistefa Barzanî û Seîdê Kurdî di pirtûkeke xwe de parve kiribû.

Li ser giliyê hinek welatiyên Kurd dadgehê ji ber belgeya sexte derbarê pirtûkê biryara komkirinê dabû.

Ahmet Akgunduz di belgeya sexte de Mele Mistefa Barzanî wekî ku li dijî Seîdê Kurdî û Cemaata Nûrê be nîşan dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst