Li Wanê ji ber birûskê cerdevanek mir

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Şaxê ya Wanê, cerdevanê li baregeha leşkerî bû birûskê lê xist û mir.

Li Wanê û navçeyên wê ev du roj in baran dibare.

Li navçeya Şaxê birûskê li baregeha leşkerî ya li Girê Hirsizê xist.

Cerdevan Çetîn Şeylanê 36 salî ku li wê baregehê bû ji ber birûskê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Çetîn Şeylan bi ambûlansê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Şaxê.

Mirovên Çetîn Şeylan piştî ku xeber bihîst berê xwe da nexweşxaneyê.