Qaçaxçiyê herî mezin ê Ewropayê li Herêma Kurdistanê hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Ewlehiya ya Herêma Kurdistanê ragihand ku yek qaçaxçiyê herî mezin ku wekî “dûpişk” dihat naskirin li ser daxwaza Interpolê li Silêmaniyê hat desteserkirin.

Dezgeha Ewlehiya ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê da zanîn ku piştê daxwaza Polisê Navneteweyî (Interpol) wan dest bi lêkolînan kir.

Li gorî daxuyaniyê, li ser biryara dadwerê Silmaniyê, hêzên ewlehiyê 12ê  Gulanê yek ji qaçaxçiyê herî mezin ê mirovan ku navê wî Barzan Kemal Mecîd e û wekî “dûpişk” jî tê naskirin desteser kir.

“Ti kes ne di ser yasayan re ye”

Dezgeha Ewlehiyê amaje bi wê yekê jî kir ku ti kes ne di ser yasayan re ye û ew dê bi berdewamî rûbirûyî tohmetbaran bibin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de, Dezgeha Ewlehiyê da zanîn divê welatî bawer bin ku ew ji bo îstîqrar û aramiya hemû kesî li ser karê xwe ne.

Tohmetbar li gorî madeya 5 û li gorî yasaya hejmar 28an a sala 2012an hatiye desteserkirin û lêkolînê li ser wî dest pê kiriye.

Dûpişk kî ye?

Navekî kod ê xortekî Kurd e ku medyaya Ewropayê ew navê kod lê daniye.

Navê wî yê fermî Barzan Kemal Mecîd e û polisên Ewropayê Interpol li dû wî ye.

Dûpişk bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku gelek koçber li ser destê wî çûne Ewropayê.

Dûpişk beriya bi hefteyekê ji BBCyê re axivî bû û eşkere kiribû ku hejmara ew kesên ku biriye Brîtanyayê nizane.

Bi gotina wî belkî hezar kes bin û belkî jî 10 hezar kes bin wî ew koçber ne hejmartine.

Li gorî zanyariyên medyaya Brîtanyayê, “Dûpişk” tevî koma xwe rêya birina penaberan a Brîtanyayê kontrol kiriye.

Ew penaberan bi rêya beleman dibin Brîtanyayê û ji her penaberekî zêdeyî 7 hezar û 500 dolarî distîne.

Navê Dûpişk ji ku tê?

Dema penaber digihîştin Brîtanyayê polîsên Brîtanyayê lêkolîn li ser telefonên penaberan dikir.

Piştî lêkolînên polîsan di telefonan de hat dîtin ku reqema “Dûpişk” bi gelek penaberan re heye û navê wî wekî “Dûpişk” hatiye tomarkirin.

Piştî wê yekê jî polîsan li ser “Dûpişk” dest bi lêkolînê kir. 

 Fermandarê Ajansa Neteweyî ya Tawanan a Brîtanyayê (NCA) Martin Clarke ji medyaya Brîtanyayê re eşkere kiribû ku wan îsbat kiriye ku Dûpişk Kurdekî ji Herêma Kurdistanê ye û navê wî yê resen jî Barzan Mecîd e.

Dûpişk di 20 saliya xwe de sala 2006an bi qaçaxî çûye Brîtanyayê.

Çend salan li Brîtanyayê maye û ji ber tohmetên madeyên hişbir û bikaranîna çekên neyasayî demekê di zindanê de maye.

Sala 2015an Brîtanyayê Dûpişk dersînor kiriye û vegerandiye Herêma Kurdistanê.

Piştî vegerê wî dest bi qaçaxçîtiya penaberan kiriye û bi hezaran penaber birine Ewropa û Brîtanyayê.

Di  heyama 2 salan de polîsên, Fransa, Belçîka û Brîtanyayê li dijî koma Dûpişk çend operasyon pêk anîn.

Dûpişk çend caran ji operasyonan rizgar bûye

Di wan operasyonan de 26 endamên koma Dûpişk hatin desteserkirin lê belê Dûpişk karîbû ji wan operasyonan rizgar bibe.

Li dadgehên Belçîkayê 121 doz li ser Dûpişk hatine vekirin.

Li Belçîkayê sala 2022an cezayê 10 sal zindanî û 834 hezar Pound li Dûpişk hatibû birîn û lêkolîn û legerîn li ser Dûpişk berdewam bû.