Hevjîna xwe kuşt, kurê xwe û zavayê xwe birîndar kirin

13-05-2024
Nîşan Dîlok Kuştin Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê kesekî hevjîna xwe kuşt, kurê xwe û zavayê xwe birîndar kirin.

Bûyerê şeva borî li Taxa Belkisê ya Dîlokê rû da.

Li gorî agahiyan, Halîl O. û endamên malbata wî ketin qirika hev.

Dema nîqaş gur bû Halîl O., hevjîna xwe kurê xwe û zavayê xwe dan ber guleyan.

Piştî agahîwergirtinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan tesbît kir ku Zeynep O.ya (44) hevjîna Halîl O. miriye.

Tîmên tenduristiyê kurê wan Î.E.O. (15) û zavayê wan Hanîfî Bozkurt rakirin nexweşxaneyê.

Halîl O. piştî bûyerê xwe radestî polîsan kir.

Li hêla din rewşa tenduristiyê ya Î.E.O. ne baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst