Omer Ocalan armanca Partiya Çepên Kesk a li Rihayê eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Partiya Çepên Kesk yê Rihayê yê rêza 2yem Omer Ocalan diyar kir ku ji ber ku partiyên di nav Tifaqa Millet û Tifaqa Cumhur de bi lîsteyên cude dikevin hilbijartinê ji bo wan avantaj e û got “Armanca me ew e ku em li Rihayê bibin partiya yekemîn.”
Berbijêrê Partiya Çepên Kesk yê Rihayê yê rêza 2yem Omer Ocalan bû mêvanê bernameya Rûdawa Îro ya Rûdawê û bersiva pirsên Nwêner Fatîh da.
Omer Ocalan diyar kir ku şert û mercên aniha ji bo aborî, siyasî û jiyana civakî bandoreke neyînî li ser miletê heye û dibêje “Milet ji rejîma AKP-MHP’ê direvin û dixwazin li Kurdistanê û Tirkiyê jî rewşeke aram pêş bikeve.”
Omer Ocalan got “Vê gavê li Rihayê bajarê Bakurê Kurdistanê yê herî mezin ê ji 2 milyonî bêhtir hejmara wê heye û milyon û 200 hezar dengên wê hene. Armanca me ya herî mezin li vî bajarî bibin partiya yekem.”
Ocalan diyar kir ku ew dê li Rihayê “bi çhtimaleke mezin 6 parlamenteran ji Rihayê derxin” û li Rihayê ji xeynî Kurdan Ereb û Tirkmen jî dijîn û got “Em dengên piraniya Kurdan distînin, gava mirov bi giştî lê dinêre ji 14 parlamenteran 6 jê kêm in.”
Berbijêrê Rihayl Omer Ocalan ragihand ku “Ev dengên ku em distînin em ji nav agir derdixin” û wiha berdewam kir:
“Dewlet û hemû saziyên wê niha weke partiyan li dijî me dixebitin. Ew dengên ku li Rihayê em distînin, em destê xwe bedena xwe davêjin nav agir jê derdixin. Di sala 2018an de endam û xebatkarên AK Partiyê li Sirûcê di serdana esnafan de 2 kur û bavên wan ji heman malê qetil kirin. Êrîşa fizîkî heye êrîşa aborî li ser me heye bi her awayî rewşeke giran li ser me tê meşandin lê em van ji bo xwe nakin hincet. Ji bo vê jî em xebatên xwe didomînin, em dixwazin li Rihayê bibin partiya yekemîn.”
“Xeletiyên me jî hene”
Ocalan da zanîn ku di 5 salên dawî de xeletiyên wan jî hebûne û dibêje “Helbet di siyaseta me de jî her tişt ne di çar çaran de ye, lê em dixwazin di siyaseta xwe de her tiştî çar çaran de bikin. Gelek caran kêmasî jî çêdibin.”
“Siyaseta me li ser du beşan e”
Ocalan anî ziman ku siyaseta wan li ser du beşan e û wiha dewam kir:
“Yek ji bo îtifaqa yekîtiya Kurdan e emê Kurdan çawa bînin ba hev li ser ruhê netewî, li aliyê din jî li Tirkiyê em siyasetê dikin lazim e dost û heval û hevalbendên Kurdan jî hebin. Emê bi Tirkmen, Ereb, miletên din, baweriyên din re tifaqeke demokrasiyê çawa ava bikin.
Ev polîtîka di warê teorîk de pir xurt û xurt e, lê heta niha ev zemîn çênebûye.
Em ji aliyekê ve daxwaza tifaqa Kurdan, berjewendiyên Kurdan, pêşketina neteweya Kurd û mafê Kurdan ê nasnameyê dikin. Li aliyê din em hesabê wê jî dikin 'Em ê bi Tirkan re çawa bijîn, bi Ereban re çawa bijîn, cîrantî û demokrasiyê çawa pêş bixin?`”
Ocalan amaje bi wê yekê kir ku bi CHPê re ti lihevkirine nîne û dibêje “Niha AKP û MHP bi hev re di nava Tifaqa Cumhur de ne, lê yek wezîrek MHP'ê jî nîne.”
“Erdogan neheqiyeke mezin li Kurdan kir”
Omer Ocalan diyar kir ku ji sala 2015’an û vir ve li Bakurê Kurdistanê `şerekî vekirî` hate meşandin lê nav lê nekirin û wiha got:
“Erdogan neheqiyeke mezin li Kurdan kir. Divê em bersiveke xurt bidin wî. Bersiva mezin û dadgeha mezin jî em dibêjin 14ê Gulanê dadgeha gel e. Gelê Kurd dê li vê dadgehê bersiva xwe bide. Ez nafikirim ku namzedê CHPê yê ku em piştgiriyê didinê wê bi qasî Erdogan zalim be.”
“Eger Kiliçdaroglû niha garantî bide jî, ji bo me ti wateya wê nîne”
Ocalan diyar kir ku di navbera wan û Kemal Kiliçdaroglu de ti peyman û lihevkirinek nîne û got “
Armanca me guhertina hişmendiyê ye. Di vê demê de Erdogan jî Kiliçdaroglu jî dikarin hin sozan bidin, lê ji bo me her tişt 15’ê Gulanê bi dawî nabe. Têkoşîna me di 15’ê Gulanê de derbasî qonaxeke nû dibe. Eger Kiliçdaroglû niha garantî bide jî, ji bo me ti wateya wê nîne. Eger kurd li bibin yek û siyaseteke xurt bimeşînin dê bandoreke mezin bikin.”
Berbijêrê Partiya Çepên Kesk yê Rihayê Omer Ocalan axavtina xwe wiha berdewam kir
“Qanûn bi 301 parlamenteran di parlamentoyê derbas dibin. Kiliçdaroglû bê hilbijartin jî pêwîstiya wî bi parlementoyê heye. Dema ku hejmara parlamenterên Partiya Çepên Kesk li parlamnetoyê zêde bin, ev yek bandorê li siyaseta Tirkiyeyê jî dike.
“Dewletê mudaxeleyî pêvajoya çareseriyê kir”
Rast e, heqaret û çewsandin li ser kurdan hat kirin, lê di van bîst salên dawîn de, bi tifaqa kurdan û dostên kurdan, me ew bend derbas kir û em di siyaseta Tirkiyê de pir bi bandor bûn. Hilbijartinên 2015’an ji bo me mînak in. Dewleta Tirkiyê wê demê xeteriyek li ser rejîma xwe dît. HDP'ê ji sedî 13,1 deng girt û bi 80 parlamenteran ket parlamentoyê, lê pêvajoyaçareserî têk çû. Çima têk çû? Tirkiyê blokaj danî ser HDPê. Ger ev zilm, bêedaletî û zext li HDP'ê nehatiba kirin, wê niha ji sedî 20 bi dest bixista. Ev derfet hebû. Her kesî digot, 'Bav û kalên me jî Kurd bûne. Ji Kurdistanê hatine Anatoliya Navîn' got. Ji ber vê yekê her kes vegeriya eslê xwe. Ji ber vê yekê dewletê xeteriyek hîs kir û mudaxeleyî pêvajoya çareseriyê kir.
“Eger ew encam li Stenbolê derneketa, kes hêza kurdan fêm nedikir”
Pêvajoya heyî mîna wê demê xuya dike. Gelê me li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûye hêz. Bû hêzeke siyasî, bû xwedî giranî, bandor li Stenbolê kir. Eger ew encam li Stenbolê derneketa, kes hêza kurdan fêm nedikir.
Carinan siyaset jî wisa ye. Yên ku zilmê li Kurdan dikin eger di 14’ê Gulanê de bersiveke tund werbigire, êdî desthilatdariya pêşeroj nikare ewqas hovane êrîşî Kurdan bike.
“Ev du sal in agahî ji birêz Ocalan tinin”
Em malbata Ocalan in. Ez biraziyê wî me, bavê min birayê wî ye. Ev du sal in agahî ji birêz Ocalan tinin. Haya me bi tu awayî jê nîne. Agahiya parêzerên wî tinin. Malbata me çi eşkere çi bi dizî tu têkiliya xwe bi dewletê re tine.
“Em ji tenduristî û ewlehiya Ocalan nîgeran in”
Birêz Öcalan 74 salî ye, bi qasî ku em dizanin 3 kes pê re hene. Haya me ji tenduristî û ewlehiya wî tune. Ez dikarim wekî malbatek vê yekê bibêjim. Wek kesekî ku di HDPê siyasetê dikim, dibe ku hinek spekulasyonê bên kirin. Bila hemû raya giştî bizane: Ti agahiya min ji birêz Ocalan nîne. Em ji tenduristî û ewlehiya wî nîgeranin. Ev tiştekî mirovî ye.
“Li Tirkiyeyê hiqûq nemaye”
Eger em li aliyê hiqûqî binêrin, li Tirkiyeyê hiqûq nemaye. Eger qanûn hebûya, dê malbata wî biçûna pê re hevdîtin bikirina. Birêz Ocalan li her çar parçeyên Kurdistanê, li Tirkiyeyê û di siyaseta vî welatî de ji aliyê siyasî ve kesekî xwedî bandor e, lê mixabin di bin tecrîdeke giran de ye.
Di sala 2019’an de bi rêya akademîsyenekî peyama birêz Ocalan hat. Siyaseta birêz Öcalan ji bo stratejiya Kurdistanê pir girîng e. Siyasetê weke tiştekî 'rojane' nabîne û bi hestyarî tevnagere. Ji bo berjewendiyên Kurdan û gelên li Rojhilata Navîn dijîn stratejiyeke mezin dimeşîne. Bi fikra “Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk” tevdigere.
“Birêz Ocalan tu carî piştgirî nedaye AKP'ê”
Birêz Ocalan tu carî piştgirî nedaye AKP'ê. Di sala 2019'an de jî gotibû, "Divê hûn hinekî bêalî bin, nebin amûra AKP û CHP'ê." Partiyê biryarek dabû û ev peyam çend roj beriya hilbijartinan hat.
Dema di hilbijartinên 2015’an de HDP’ê ji sedî 13 bi dest xist, hem hevalên yên partiyê hem AKP hem jî hevserokên me xwestin em bi namzetên serbixwe bikevin hilbijartinê. lê birêz ocalan got, 'dibê HDP wek partî bikeve hilbijartinan, wê ji sedî 15 bi dest bixe, ji sedî 20 potansiyela wê heye'.
“Peyam bi rêya akademîsyenekî hatibû û li ser wê gelek spekulasyon hebûn”
Niha hinek dixwazin birêz Ocalan û desthilatdariyê bi hev re nîşan bidin. Mixabin, yên ku ev kirin, wê demê fikra namzetên serbixwe diparastin. Birêz Ocalan di sala 2015’an de rejîma AKP’ê hilweşand, lê bi darê zorê ma. Peyam bi rêya akademîsyenekî hatibû û li ser wê gelek spekulasyon hebûn.
“Erdoganê ku bi destê kurdan bû serokomar, divê bi destê kurdan winda bike”
Helbet dê gelek hilbijartinên din jî çêbibin, piştî vê hilbijartinê dê hilbijartinên herêmî çêbibin, lê ev hilbijartin ji bo me û ji bo Kurdistanê pir girîng e.
Banga me ji gelê me re ev e: Divê gelê me piştgirî bide Partiya Çep a Kesk, bila bi hêz ji van hilbijartinan derkevin. Erdoganê ku bi destê kurdan bû serokomar, divê bi destê kurdan winda bike. 14ê Gulanê wek dadgeha gelê me ye. Bila gelê me destê xwe deyne ser wijdanê xwe û Dayoka Taybet, malbata Şenyaşar, bajarên wêrankirî yên Kurdistanê, Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê bi bîr bîne. Dema referanduma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê hat kirin, êrîşî Kurdistanê kirin, gotin emê wan bifetisînin, tetbîqat kirin. Divê hemû gelê me van li ber çavan bigire. Ji bo ku Erdogan winda bike her kes diza dengê xwe bide kê yekî Dêrsîmî ye.
“Divê ziman, nav û hebûna kurdan di Destûra Bingehîn de cih bigire”
Jiyana me bi Kurdî ye, siyaseta me bi tevahî ne bi kurdî be jî, lê ji ber ku navê kurdan di makezagona dewletê de tune ye, ji ber ku zimanê kurdî tune ye, asîmîlasyona ku bi dehan salan berdewam kiriye, li ser vî zimanî bandor dibe.
“Divê kurdî bibe zimanê fermî yê duyemîn”
Bi milyonan kurd li Tirkiyeyê dijîn, divê kurdî bibe zimanê fermî yê duyemîn. Heya ku ev neyên fêhmkirin, asîmîlasyon qels bibe jî dê bandora wê bidome. Ev ziman; divê bibe zimanê bazirganî, aborî, siyaset, perwerde û jiyanê. Li gel van hemû asîmîlasyonan jî ev ziman bi hemû zaravayên xwe ve li ser piyan e.”