Abdullah Demîrbaş: Guherîna li Tirkiyê di destê Kurd û Kurdistaniyan de ye

13-05-2023
RÛDAW
Abdullah Demîrbaş / Wêne: Rûdaw
Abdullah Demîrbaş / Wêne: Rûdaw
Nîşan Abdullah Demîrbaş ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê berê yê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş li ser hilbijartinên Tirkiyê û rola Kurdan de got “Destpêkirina gorankariya Tirkiyê û Rojhilata Navîn di destê Kurd û Kurdistaniyan de ye, ne di destê Kiliçdaroglu de ye. Îro miftê Kurd vedikin.”

Hilbijartinên parlameteriyê û serokkomariyê yên Tirkiyê sibe 14 Gulanê tên kirin.

Siyasetmedarê Kurd û Şaredarê berê yê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş beşdarî bultena Rûdawê ya Nûrojê bû û derbarê hilbijartinên Tirkiyê de rewş û rola Kurdan nirxand.

Abdullah Demîrbaş bal kişand ser wê yekê ku desthilata niha ya Tirkiyê ji bo ku li ser desthilatê bimîne gefan deixwe û got “Di vê hilbijartinê de hêla desthilatdar gef li hemû gelê Trikiyê xwar, hin tiştên ne baş ê û êrîşî mafên wan kir, rewşeke gelek xeter bû û hîn jî didome. Bi taybet dibêje di 14ê Gulanê de eger em ji desthilatdariyê bên veqetandin, wek darbeyeke siyasî ye. Ev nêrîneke pir tund û ne baş e û li dijî demokrasiyê ye. Hîn jî dibêje eger em bi ser nekevin, wek 14 Tîrmehê me çawa kir, îro emê dîsa wilo bikin. Bi rastî ev jî ji bo demokrasiyê aloziyek nakokiyeke ne baş e. Lê li hêlekî jî bi sebir, bi metanet hê jî hilbijartin didome. Lê di binî de desthilatdarên Tirkiyê partiya Erdogan, partiya MHP û partiyên din ên Tifaqa Cumhur hîn jî bo mirov dengên xwe bidine wî gef li wan dixwin.”

Demîrbaş diyar kir ku desthilatdarên Tirkiyê hîn jî nijadperestî û kevneşopiya dijatiya demokrasiyê, fikr û ramanên faşîzmî û dîktatorî  didomînin û daxwaz ji Kurdan kir ku di 14 Gulanê de dengên xwe bin Partiya Çepên Kesk.

Derbarê sedem û mebestên vekişîna Muharrem Înce ji bebijêriya serokkomariyê ve de Demîrbaş ragihand tiştên ku li dijî Muhharem Înce hatine kirin wek bê axlaqî bi nav kir û ew vê yekê rast nabînin û got “Ev fikr û ramanê bê exlaqiyê û ev firk û ramanên kasetan bi destpêka AKPê dest pê kiriye.”

Li ser pirsa ku “Di van hilbijartinan de kî dibe serokkomarê Tirkiyê?” Demîrbaş wiha bersivan “Aniha hêvî û pêşkêtin wek ku di rapirsiyan de jî xuya dike birêz Kemal Kiliçdaroglu dê bibe serokkomarê Tirkiyê û Pertiya Çepên Kesk jî nêzikî 90 kes dibin endamên parlamentoyê.”

“Mifta guhertinê di destê Kurdan de ye”

Demîrbaş derbarê hêvî û guhertinên di serdema Kiliçdaroglu de nêrçnên xwe wiha anî ziman “Yekemîn, destpêkirina gorankariya Tirkiyê û Rojhilata Navîn di destê Kurd û Kurdistaniyan de ye, ne di destê Kiliçdaroglu de ye. Îro miftê Kurd vedikin. Sîstema faşîst hildiweşe û destpêka guhertina demokrasiya Tirkiyê, guhertina Rojhilata Navîn û guhertina Kurd û Kurdistanî ez bawer im bi destê Kurdan dibe. Em heviyê ji kesî nakin û baweriyê bi xwe dikin. Baweriya me ya  herî bêhtir hêza Kurd û Kurdistanî ye, çimkî Kurd û Kurdistanî dixwazin aşitî, aramî, wekhevî û mafê mirovan bên parastin û pêşketina wî bibe. Duyemîn, Îro eger sîstema faşît bê guhertin nefesek tê wergirtin ji bo guhertinê. Êdî lazime em destpêkê nû bibînin. ji bo pêşketina Kurd û Kurdistanî û Rojhilata Navîn wezîfeyên me nû dest pê dikin. Me hêviyên xwe ji Tifaqa Millet an jî Tifaqa Cumhur neanîne. Me hêz û baweriya xwe ji Kurd û Kurdistaniyê girtiye.”

“Li Tirkiyê û Rojhilata Navîn bîrdoziya netewperestî tê hilweşandin”

Abdullah Demîrbaş ragihand ku li Tirkiyê û Rojhilata Navîn bîrdoziyeke netewperestî ya “yek ziman, yek nasname, yek çand, yek millet” heye û ew bîrdozî tê hilweşandin û wiha got “Lazim e em hemû vî tiştî bibêjin li Tirkiyê û Rojhilata Navîn; yek zimanî na pir zimanî, pir çandî, pir nasnameyî, pir olî heye. Duyemîn êdî azadiya gelan û azadiya baweriyan pêk bînin. Ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanî fermî û mafên Kurd û Kurdistaniyan bête qebûlkirin û naskirin. Herî bêhtir em vê bibêjin, li Herêma Kurdistanê yekîtiya Kurd û Kurdistaniyan bikin, 40 milyon Kurd bigihîjin îradeyekî, îtifaqekî Kurdistanî, em hêvîdarin guhertin li Îraqê jî, li Sûriyê jî, li Îranê jî çê dibe çunkî li çar parçeyên Kurdistanê herî fikra Kurd û Kurdistanî guhertin e.”

“Amadekariya diziya dengan dikin”

Demîrbas bal kişand ser wê yekê ku îhtimalek heye ku li ser sindoqan alozî û nakokiya ji bo diziya dengan bikin û wiha berdewam kir “ji aniha ve em dibînin amadekariyên xwe kirin. Bi taybetî Wezîrê Karên Hindir Soylu aniha haziriya hem diziyê dike û hem jî li ser sindoqan alozî û nakokiyan bike. mesele duh dibêjin cendirme û polîs karin bagî leşkeran bikin û seyareyên wan bidin xebitandin. Ji bo çi ye? Xuya ye amadekariyek pir ne baş dikin. Lê em vê zanibin herî taybet dixwazin li Herêma Kurdistanê dixwazin alozî û nankokiyan bikin çunkî ev desthilatdariya dîktatorî û faşîzmî naxwaze desthilatdarî ji dest here ji ber ku mafê xwe ji vê qirêjbûnê digre.”

“Mecbûr e Erdogan jî biguhere”

Li ser egera ku Serokkomarê niha Recep Tayyîp Erdogan cardin bê hilbijartin Demirbaş wiha nirxand:

“Erdogan jî qezenc bike êdî Rojhilata Navîn û Tirkiye guhertinê dixwaze. Eger Erdogan li gora vê guhertinê xwe ne guherîne, dê Erdogan tiştekî pir xirab jiyan bike çunkî êdî fikra guhertinê, fikra azadiyê, fikra pêşketina mafên mirovan, azadiya gelan û azadiya baweriyan êdî kes nikare pêşiya wê bigre. Ne Erdogan kî dibe bila bibe êdî ji vê pê de nikare. Eger Erdogan bi ser bikeve, Erdogan jî bi vê tarza xwe nikare pêş bibe, mecbûr e Erdogan jî biguhere.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst