Li Êlihê şerê çekdarî: Kesek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bi navê Ozgur T. yê 31 salî rûbirûyê êrîşeke çekdarî hat û di encam de bi giranî birîndar bû, lê ligel midexaleya destpêkê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li gor agahiyan îro Şemiyê 13ê Gulana 2023an li navenda parêzgeha Êlihê kesekî nasnameya wî ne diyar bi çekê gule berdane Ozgur T. û di encam de bi giranî ew birîndar kiriye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û polîs çûne cihê bûyerê û Ozgur T. bo Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê hatiye veguhestin lê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan ji bo desteserkirina kesê êrîşkar polîsan kar û xebat dane destpêkirin.