Berbijêrê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Temellî: Dilê Kurdistanê Mûş e

13-05-2023
RÛDAW
Nîşan Sezaî Temellî Mûş Partiya Çepên Kesk ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temellî got “Em dê ji xerabiya ku ji derdora Erdogan li dijî gelê Kurd tê meşandin re bibêjin êdî bes e.”

Berbijêrê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê û parlamenterê HDPê yê Wanê Sezaî Temellî ji peyamnerê Rûdawê Abdulselam Akinci re rojeva hilbijartinan nirxand.

Sezaî Temellî der barê atmosfera beriya hilbijartinê ya li Mûşê de wiha axivî “Gelê Kurd dixwaze vê desthilatê biguherine. D ivê atmosferê de ev hest bûye serdest. Wiha naçe. Bi salan e berdêl tên dayîn. Rewşa negritina sozên ku hatine dayîn, şerê ku berdewam e, zilm, tndî, hejarî, li ser navê xerabiyê li Kurdistanê çi bixwazin heye. Û ev xirabî meyleke ku ji aliyê hikûmeta Erdogan bi xwe ve hatiye ferzkirin û afirandin û bi hemû pêkhateyên xwe yên li derdora xwe ber bi gelê Kurd ve hatiye kirin. Ji vê re dibêjin êdî bes e, dixwazin dawî li vê bînin. Di atmosferê de ev serdest e.”

Herwiha Temellî dibêje “Li Mûşê û her derê Kurdistanê ku ez diçimê ya ku es dibînim hilbijêr dixwazin AKPê bimalînin û bavêjin. Dixwazin wê vegerînin partiyeke tabelayê.”

Temellî kêmkirina hejmara parlamenterên Mûşê ji 4an bo parlamenteran bi hejarî û koçê ve girê da û diyar kir ku ew dê her 3 parlamenterên Mûşê bidest bixin.

Li ser çi sozan dane Mûşê, Temellî diyar kir ku yek lingê bernameya aborî ya pir berfireh a ku Partiya Çep a Kesk ragihandiye wê li ser Mûşê be û got “Ez jê re dibêjim sêgoşeya Serhedê; Çiyayê Agirî, Gola Wanê, Deşta Mûşê. Deşta Mûşê pir bi bereket e, xwedî kapasîteyeke ku dikar hem Serhedê û hem jî hemû herêmê têr bike. Lê birçîbûn û hejarî heye. Ji ber vê yekê, em dê ji çandiniyê dest pê bikin. Bi kooperatîvên mezin ve qadên çandiniyê ava bikin.”

Sezaî Temellî dibêje “Dilê Kurdistanê Mûş e” û wiha berdewam kir “Ji ber vê yekê di warê lojîstîkê de taybetmendiya wê heye ku li hember Agirî heta Wanê heta Colemêrgê ji her derê re bi dûrahiya xwe ya wekhev wek navend e. Em dixwazin vê derê hem wekî navendek çandinî û hilberînê hem jî wekî navendek belavkirina lojîstîkê bidin pêş. Ya duyemîn tekstîl û geştiyarî girîng e. Ji ber ku herêm rêya derbasbûnê ye, di vî warî de jî xwedî potansiyeleke pir girîng e.”

Namzetê Partiya Çep a Keskan a Mûşê Sezaî Temellî diyar kir ku ew dê roja hilbijartinê li ser sindoqan bisekinin û dengên xwe biparêzin û got “Heta em encama dawî bi dest bixin emê xwedî li sindoqa xwe derkevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst