Li Efrînê komelgeheke nû ji bo Ereb û Tirkmenan tê avakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, komelgeheke nû ji bo Ereb û Tirkmenên hawirde tê avakirin. Komelgeh li başûrê gundê Şadêrê yê Kurdên Êzidî tê avakirin, ku berê jî komelgehên mezin lê hatibû avakirin. Nivîskar û  lêkolerekî Kurd dibêje grûpên radîkal bi armancên îdeolojîk warê Kurdên Êzidî dikin armanc.

Li gor dîmenên hatine belavkirin komelgeheke din a niştecîkirina ereb û Tirkmenên hawirde li herêma Efrînê tê avakirin. Komelgeh li başûrê gundê Şadêrê yê Kurdên Êzdî ye.

Mamed Cimo, nivîskarû  lêkolerê Kurd ku xelkê gundê Şadêrê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, grûpên radîkal bi nmeremên îdeolojîk warê Kurdên Êzidî dikin armanc.

Zekeriya Huserî, lêkoler kurd ku xelkê Efrînê ye, ji Rûdawê re got heta berî erdhejê, 33 komelgehên niştecîkirinê li herêma Efrînê hatine avakirin. 10 komlgeh bi fermî alîkariyê werdigirin.

Her gundek jî bi xwe bûye komlgeheke niştecîkirinê ji bo ereb û tirkumenên hawirde. Li ser rê û cadeyan û derdora gundan jî hemû bûne kampên niştecîkirinê.