Bernard Kouchner li Herîrê serdana dibistana bi navê wî ye kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê berê yê Fransayê Bernard Kouchner serdana dibistana bi navê wî ya li navçeya Herîr a Hewlêrê kir.

Wezîrê Derve yê berê yê Fransayê Bernard Kouchner ku doz û rewşa Kurdan ji nêz ve dişopîne û dostekî Kurdan ê qedîm e, serdana dibistana beriya 2 salan li navçeya Herîr a Hewlêrê li ser navê wî hatiye çêkirin kir.

Di merasîma fermî ya ku li dibistanê hat lidarxistin de, xwendekarên bi cil û bergên netewî yên Kurdî, dostê qedîm ê Kurd û Kurdistanê Bernard Kouchner bi sirûdên netewî û alayên Fransa û Kurdistanê pêşwazî kirin.

Derbarê vê serdanê de xwendekara pola nehan Neîme ji Rûdawê re got ku ew gelekî ji serdana Kouchner kêfxweş e, û got: “Henûna dibistanek bi navê Bernard Kouchner cihê şaneziyê ye. Ji vê yekê em têdigihin ku li Kurdistanê ne tenê Kurd, navên din ên cîhanê jî hene û bi qîmet in. Ez pir kêfxweş im.”

Wezîrê Derve yê berê yê Fransa Bernard Kouchner got ku ew matmayî maye dema bihîstiye ku dibistanek bi navê wî heye û got: “Ev biryara wan bû. Ez çend caran hatime Kurdistanê lê min nizanîbû dibistanek bi navê Bernard Kouchner heye, ev cara yekem e ku ez li vir im. Min hemû xwendekarên keç û kur dîtin. Ez gelek serbilind im. Ez bi vê serdanê pir kêfxweş im.”

Bernard Kouchner bi mamoste û karmend û rêvberirê dibistanê hevdîtin kir. Mamoste û rêvebirê dibistanê ji bo dibistana xwe ji hikûmeta Fransayê piştgirî xwestin.

Dibistan ku 546 xwendekarên wê hene, di sala 2003an de hatî çêkirin û di sala 2021an de bi navê wê bûye “Dibistana Bernard Kouchner”.

Rêveberiya dibistanê û mamoste diyar dikin ku her çend navê dibistanê hatibe nûkirin jî avahiya dibistanê û alavên perwerdeyê kevn in û dibêjin ku dibistan pêdivî bi restorekirinê heye.

Rêvebirê Dibistanê Seîd Hemed jî got, "Em plan dikin ku di dibistana xwe de di pola yekem de hêdî hêdî dersên Fransî bidin û ji pola duyem û pê ve jî dersên Kurdî û Erebî bidin. Bernard Kouchner jî di vî warî de piştgirî da me.”

Siyasetmedarê Fransî Bernard Kouchner ê 84 salî, di tevahiya jiyana xwe de ji bo bidestxistina statuya Kurdan bi taybetî Başûrê Kurdistanê hewldaneke girîng hebûye.