Serokwezîrê Iraqê soza çareserkirina pirsgirêkên Şingalê da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro ligel Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî civiya û soza çareserkirina pirsgirêkên Şingalê da.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro Şemiyê 13ê Gulana 2023yan li Mûsilê ligel Mîrê Kurdên Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û Baba Şêxê Êzidiyan Elî Îlyas Hecî û şanda li cem wan civiya.

Mihemd Şiya Sûdanî tekezî li ser pabendbûna Hikûmeta Iraqê kiriye li ser parastina pêkhateyên Kurdên Êzidî û hemû pêkhateyên din ên Iraqê.

Sûdanî tekez kir ku ew piştgiriya mafên Kurdên Êzidî û nûjenkirina navçeyên wan dikin ku ew jî bi danîna projeyên xizmetguzarî û aborî di çarçoveya bernameya hikûmetê de, bi awayekî ku bibe derfeta hêsankarî ji bo vegera malbatên Êzidî yên koçber bo cih û warê xwe.

Serokwezîrê Iraqê soza çareserkirina Pirsgirêkên Şingalê da û bal kişande ser biryara Encûmena Wezîran bo tapokirina erd û milkê welatiyên Kurdên Êzdî ku rejîma berê ew ji Kurdên êzdî standibû, herweha got dê kar bikin ji bo cîbicîkirina yasaya razgarbûyên Êzdî û Pêkhateyên din û dê wan qerebû bikin û hemû mafên di yasayê de hatiye li wan vegerîne û kesûkarên qurbaniyan jî bêne qerebûkirin.

Di hember de Mîr Hazim Tehsîn Beg û şanda pê re spasiyên xwe pêşkêşî Sûdanî kirin bo wan pêngavên hikûmetê yên ji ola Êzidî û biryara Encûmena Wezîran a ji bo destnîşankirina serê sala Êzidiyan wek bêhnvedana fermî qebûl kirine.

Herweha pesna pêngava hikûmetê dan ji bo çalakkirina komîteya taybet bi qerebûkirina Şingalê û kesûkarên qurbaniyên Êzdî û rizgarbûyan.