Di operasyona Pence-Kilîd de leşkerekî ​Tirkiyê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li navçeya “Operasyona Pençe-Kilîd” a di nav axa Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan ji aliyê gerilayên PKKê ve hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, di 12ê Gulana 2023an li navçeya “Operasyona Pençe-Kilîd” a li nav axa Herêma Kurdistanê leşkerê wan yê bi navê Muhammed Kuçuk di encama, gulebarana gerilayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de hatiye kuştin.

Li aliyê Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku di bersivdayîna gulebarana PKKê de 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha heta niha PKK di derbarê mijarê de ti daxuyanî belav nekiriye.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîl kir û operasyon heta niha berdewam e.

Operasyona “Pence-Kilîd”, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.