Berbijêrê Partiya Çepên Kesk ê Amedê: Em dê wek rêya sêyem Pirsa Kurd çareser bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Însan û Azadî (PIA) û berbijêrê parlamenteriyê Partiya Çepên Kesk a Amedê Mehmet Kamaç got, “Em dizanin ku partiyên opozîsyonê dema ku bibin desthilatdar nikarin hemû pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê çareser bikin. Em îdia dikin ku wek rêya sêyem li Tirkiyê Pirsa Kurd çareser bikin.”

Serokê Partiya Însan û Azadî (PIA) û berbijêrê parlamenteriyê Partiya Çepên Kesk a Amedê Mehmet Kamaç beşdarî bernameya Rûdawê bû û li ser hilbijartinên ku dê sibe Yekşemê bên kirin, kir.

Mehmet Kamaç diyar kir ku partiya wan beşdarî “Tifaqa Azadî û Demokrasiya Kurd” a ku di sala 2019an de ji aliyê HDPê ve hatiye avakirin de cih girtiye û ji ber hincetên weke dosyaya girtina HDPê ya beriya hilbijartinan û biryara Partiya Çepên Kesk a ji bo beşdarbûna hilbijartinan, bi derengî beyana tifaqê hat ragihand. Kamaç got, “Ji ber hincetên ku min diyar kiribûn, ragihandina tifaqê dereng ket lê belê tifaqa ku ji aliyê partiyên Kurdistanî ve hatiye avakirin, demeke dirêj e xebatên xwe dimeşîne.”

“Tifaqa Kurdan hêviyeke mezin afirand”

Kamaç têkildarî tifaq wê bandoreke çawa li hilbijartinan bike jî got, “Demeke dirêj e di navbera Kurdan de tifaqek çênebû. Çi di hilbijartinên herêmî û çi yên giştî de, milletê Kurd bi coş pêşwaziya tifaqa partiyên siyasî yên Kurd dike. Pêngavên bi vî rengî di pêşerojê de hêviyên mezin didin. Li her cihê ku em kampanyayên hilbijartinê dimeşînin bi germî tên pêşwazîkirin. Tifaqa me bandoreke erênî li dengdêran dike û em ê di sindoqan de jî vê yekê bibînin.”

Serokê PIAyê got, “Gelê Kurd xwedî îradeyeke gelekî xurt e. Hikûmet bi salan e zextên mezin li Kurdan dike. Ew behsa pêkanîna operasyoneke mezin dikin eger di hilbijartinan de bi ser bikevin. Hikûmet hewl dide siberoja Kurdan tarî bike. Haya gelê me ji van hemûyan heye. Dengdêrên me dê li ser sindoqan bersiva pêwîst bidin ji bo ku ev hikûmet biçe.”

“Em dê wek rêya sêyem Pirsa Kurd çareser bikin”

Mehmet Kamaç her wiha anî ziman, “Ti hêviyeke me nîne ku aliyên din ên ku werin ser desthilatê bi awayekî cuda tevbigerin û ti hêviya me jî nîne ku ew kêşeyên navborî çareser bikin. Em bi xwe doza xwe dikin. Em dibêjin, erê, ev demeke dirêj e hikûmet bi awayekî sîstematîk û plankirî li hemberî Kurdan polîtîkayekê dimeşîne. Divê êdî ev pêvajo bi dawî bibe. Em di wê baweriyê de ne ku divê ji bo vê jî derfet bê dayîn partiyên muxalefetê. Em dizanin ku partiyên opozîsyonê dema ku bibin desthilatdar nikarin hemû pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê çareser bikin. Em îdia dikin ku wek rêya sêyem li Tirkiyê Pirsa Kurd çareser bikin. Em dizanin ku berbijêrê serokomariyê ku em piştgiriyê didin jî nikare pirsgirêkan çareser bike. Lê belê li gorî me; divê desthilatdariya heyî biçe û her kes bêhna xwe vede.”