Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya Şêx Xelîfe Bin Zayid peyameke sersaxiyê belav kir

13-05-2022
RÛDAW
Nîşan Îmarata Erebî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo koça dawî ya Serokê Îmarata Erebî Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Niheyan parve kir.

Di 13ê Gulana 2022an de Nêçîrvan Barzanî di hesabê xwe yê Twitterê de ji bo Şêx Xelîfe Bin Zayid ê ku di 73 saliya xwe de koça dawî kir, peyameke sersaxiyê belav kir:

“Bi bi diltengiyeke kûr û xemginî em sersaxiyê ji malbata Şêx Xelîfe Bin Zayid, serkirde, dewlet û gelê Îmarata dost re dixwazin. Em xemginiya wan bi koça dawî ya Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Niheyan re parve dikin. Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku wî bi rehma xwe şa bike û sebrê bide malbata wî.”

Wezareta Karûbarên Serokayetiya Îmarata Erebî îro Înê, koça dawî ya Serokê Îmarata Erebî Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Niheyan ragihandibû û diyar kiribû ku dê ala wî welatî 40 rojan li ser daîreyên fermî heta nîvî bînine xwarê û biryara sê rojan betlane ji bo karmendên fermangehên fermî û taybet hatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst