Li Silêmaniyê xelat dan Demirtaş

13-05-2022
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Selahattin Demirtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weqfa Îbrahîm Ehmed ku li ser navê nivîskar û rewşenbîrê Kurd Îbrahîm Ehmed hatiye avakirin, Xelata Rûmetê ya sala 2022an pêşkêşî Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş kir.

Ji bo wergirtina xelatê, şandeke HDPê ku ji Alîkara Hevserokên HDPê Feleknas Uca, Parlamenterê HDPê yê Wanê Sezaî Temellî pêk tê, serdana Silêmaniyê kiriye.

Di merasima xelatdanê de, Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, şanda HDPê û gelek siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar amade bûn.

Seroka Weqfa Îbrahîm Ehmed, Şanaz Îbrahîm Ehmed di merasimê de xelata li ser navê Demirtaş da destê Felaknas Uca.

Herwiha peyama Demirtaş jî di merasimê de hat xwendin ku ji ber xelatdayînê ji merasîmê re şandibû.

Demirtaş di peyama xwe de wiha gotiye:

“Ez şanaz im ku we ez layiqî xelata ku li ser navê nivîskarê hêja Îbrahîm Ehmed hatiye dayîn dîtim. Ez hêja Îbrahîm Ehmed bi rehmet û minetdarî bibîr tînim. Ji ber van biryarên watedar ên hevgirtinê ez spasiya rayedarên weqfê dikim.

Vê xelatê erk û berpirsyariyên min li hember gelê min zêde kir. Ez dê hewl bidim ku layiqî wê bim.

Ez careke din spasiya we dikim, silav û hezkirinên xwe yên jidil û germ ji her kesî re dişînim û hêvî dikim ku di sibehek azad de rû bi rû bicivin.”

Şanda HDPê herwiha bi Hevserokê YNKê Bafil Talebanî re jî civiya.

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Îbrahîm Ehmed bavê Hêro Îbrahîm Ehmed hevjîna Serokomarê Iraqê yê berê û Sekreterê Giştî yê YNKê yê koçkirî Celal Talebanî ye.

Şanda HDPê duh li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re hevdîtin kiribû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst