Li Efrînê çekdarên grûpa Sultan Murad jinek û keça wê revandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Dêr Siwanê ya ser bi bajarokê Şera ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Sultan Murad a ser bi Tirkiyê jinek û keça wê ya ku koçberên bajarê Şamê ne revandin û daxwaza fidyeyê ji merivên wan kirin.

Li gor çalakvanên xwecihî, roja 12ê Gulanê li gundê Dêr Siwanê ya ser bi bajarokê Şera yê Efrîna, çekdarên grûpa Sultan Murad bi hinceta ku wan bibin Tirkiyê, jinek û keça wê ku ji bajarê Şamê koçber bûne revandin û daxwaza fidyeyê kirin.

Hevdem ewlekariya siyasî ser bi grûpên çekdar, welatiyekî Kurd ê xelkê Efrînê beramberî 3500 lîreyên Tirkî berda ku di 7ê Gulanê de bi hinceta peywendiya li gel hêzên Kurdî hatibû girtin.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018an ve di jêr kontrola Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye û ji wê demê ve binpêkariyên li hember Kurdan ku xelkê resen ên herêmê ne berdewam in.