Denmark li ser biryara xwe bo derxistina penaberên Sûrî berdewame

13-05-2021
RÛDAW
Denmark li ser biryara xwe bo derxistina penaberên Sûrî berdewame
Denmark li ser biryara xwe bo derxistina penaberên Sûrî berdewame
Nîşan Denmark Penaber vegerandin Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sebriya EL-Feyad jineke Sûrî ji bajarokê Dareya yê gundewarê Şama paytexta Sûriyê ye.

Piştî ku hevjînê wê li Sûriyê hat kuştin Sebriya li gel herdû kurên xwe û du keçên xwe koçberî Denmarkê bû û li bajarê Vejle bicih bû.

Wek bi sedan kesên din ên Sûrî yên ku li Denmarkê dijîn, karta niştecîbûnê ji wê û herdû keçên wê hatiye standin ji aliyê hikûmeta Denmarkê ve ku dibêje êdî rewş li Şamê û gundewarên wê ewleye û ti metirsî li ser jiyana xelkê nîne dema vegerin wir.

Penabereke Sûrî li Denmarkê ya bi navê Sebriya EL-Feyad got "Ez ditirsim vegerim Sûriyê cem wê rêjîma ku hevjînê min kuşt û birê hevjînê min kuşt, ez ji binçavkirinê ditirsim dema ji min bipirsin zarokên te kanîn, ku niha divê leşkeriya neçar bikin, em hatin li Denmark bi cih bûn, niha ez hest bi aramiyê nakim ji ber ku ew dixwazin me bo Sûriyê vegerînin".

Partiya Sosial a Demoqratîk ku piraniya endamên  parlemantoyê ser bi wê ne pişgiriya xwe dide nîşan bo dîportkirina  penaberên Sûrî. 

Kerta niştecîbûnê ji herdû kurên Sebria nehatiye standin ji ber ku ew li Sûriyê bo leşkeriya neçar ji aliyê hikûmetê ve tên daxwaz kirin.

Penaberekî Sûrî li Denmark Ebdo EL-Etaa  dibêje "Koçberiya Denmarkê ber çav nagre ku em yek malbatin, em gelekî westiyan heta em gihiştin cem hev, ji nişkav de dixwazin me ji hev dûr bixin. Ev ne tiştekî mirovî ye? Ne li dijî prensîpên mafê mirov e, çawa dê yek malbatê  ji hev dûr bixin".

Hikûmeta Denmarkê nikare penaberan neçar bike û vegerîne Sûriyê ji ber ku  Peywendiyên Depolmatîk di navbera Sûriyê û Denmarkê de nîne.

Lê ew wan bo kampekê dibe ku 300 Kîlometran ji Copenhagen a paytext dûre.

Lê gelek rexne ji aliyê Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û rêxistinên navdewletî  ve li Danmarkê hatin girtin.

Parêzer Daniel Norrung got "Hikûmeta Denmarkê dizane ew nikare wan raste rast  bo Sûriyî bişîne, herwiha Netewên Yekbûyî û Komisyona Ewropayê jî hişyarî dan rewş ne arame û dibêjin  xelkê bo Sûriyê neşênin, lê ew li ser wê biryarê berdewame."

Ji despêkirina şerê navxwe yê Sûriyê heta niha nêzîkî 33 hezar pebnaberên Sûriyê penaberî Denmarkê bûne.

Niha kerta niştecîbûnê ji 461 penaberên Sûrî yên ji  bajarê Şamê û 350 penaberên derdora Şamê hatine sitandin, herwiha 50 penaber jî ji aliyê hikûmetê ve ji bo kampê hatine birin, û biryar bi wan hatiye dan ji Denmarkê werin derxistin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst