Çekdarên Emşat dest danîn ser mala pîrejineke Efrînî

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Sultan Suleyman Şah pîrejineke Kurd ji mala wê derxistin û dest danîn ser mala wê.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihand, çekdarên grûpa Sultan Suleyman Şah pîrejina Kurd Zelûh Betal Elo ji mala wê derxistin û dest danîn ser mala wê.

Rêxistinê diyar kir ku roja 8ê Gulanê çekdarên grûpa Emşat a bi fermandariya Ebû Emşe avêtine ser mala pîrejina Kurd li gundê Çeqelê Ortê û dijûn û sixêf jê re gotine û gefa kuştinê lê xwarine.

Rêxistinê herwiha diyar kir, ku çekdarên Ebû Emşe ew pîrejina Kurd ji mala wê desrxistin û dest danîne ser mala wê, da ku malbateke ereb ku xizmên Ebû Emşa ne, tê de bê niştecîkirin.

Rêxistinê da zanîn, ku ji encama gef û bêrêziyên çekdaran, niha pîrejina Kurd Zelûh Betal Elo nexweş e û rewşa wê ya derûnî xirab e.

Herêma Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve ketiye bin kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku Enqere piştgiriya wan dike.