Tirkiyê li Xakurk û Metînayê operasyoneke asmanî pêk anî
Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku hêzên artêşa wî welatî li herêmên Xakurk û Metînayê yên li Başûrê Kurdistanê, li dijî gerîlayên PKKê operasyoneke asmanî pêk anîne û di encamê de 4 gerîlayan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê twitterê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêmên Xakurk û Metînayê bi firokeyên bê pîlot û amûrên çavdêriyê cihê 4 gerîlayên PKKê diyar kirin.
Li gor daxuyaniyê di encama operasyoneke asmanî de wan herçar gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
Lê derbê vê yekê de nehat niha PKKê ti daxuyanî belav nekiriye.