Serok Barzanî ligel Nûnera NYê madeya 140 gotûbêj kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ligel Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert mijara madeya 140 a derbarê herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Kurdistanê de gotûbêj kir.

 

Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê (13.05.2019) li navçeya Pîrmam a Hewlêrê pêşwazî li Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert û şanda pê re kir.

 

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî di hevdîtinê de rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.

 

Jeanine Hennis-Plasschaert destnîşan kir ku leztirkirina proseya siyasî, hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê û pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahiyeke dilxweûker jib o hemû aliyan û herêmê.

 

 

Herwiha rewşa herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, madeya 140 a destûra Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û rola Neteweyên Yekbûyî di çareseriya nakokiyên di navbera Iraq û Kurdistanê de mijar din ên hevdîtinê bûn.