Eniya Tirkmenî ya Iraqê: Dengên me bo YNKê çûne

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Polîtburoya Eniya Tirkmenî ya Iraqê (ITC) û Endamê Parlamentoya Kurdistanê Aydin Maruf îdia kir ku di hilbijartinên Hewlêr û Kerkûkê de sextekarî hate kirin û deng wan hatine dizin. Herwiha Maruf îdia kir ku dengên wan bo Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) çûne.


Endamê Polîtburoya Eniya Tirkmenî ya Iraqê Aydin Maruf beşdarî bultena Rûdawê bû derbarê encamên hilbijartinên bo parlamentoya Iraqê de daxuyanî da.


Aydin Maruf diyar kir ku sistema elektironîk a bo dengdanî karvedanek pey xwe aniye û ew di baweride ne ku di hilbijartinan de sextekarî hate kirin.


Maruf destnîşan kir ku ew encamên Hewlêrê û Kerkûkê red dikin û wiha got: “Em li Kerkûk û Hewlêrê li bendê bûn ku rêjeyeke zêdetir a dengan bidest bixin lê, sistema nû karigeriyek li ser demokrasî û pêkhateyan û taybetî ser tirkmenan kiriye. Aliyên siyasî yên mezin bi hêsantir dikarin sextekariyê bikin. Li Kerkûkê 120 hezar dengderên me yên sabit hene. Herwiha li Altinkopruyê 5 hezar dengdêrên me çûna li ser sindoqên dengdanê li tenê 100 deng ji me re derketine.”


Bi gotina Maruf amûra dengdanê hate hackkirin û dengê wan ji bo Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) çûne.


Endamê Polîtburoya Eniya Tirkmenî ya Iraqê da zanîn ku ew encamên hilbijartinên red dikin û wan giliyên xwe li Lijneya Bilinda Hilbijartinan a Iraqê tomar kiriye û dixwazin bi dest deng bêne hejmartin.


Li bajarê Kerkûkê rêjeya beşdarbûna hilbijartinên Iraqê ji ya dihate çaverêkirin kêmtir bû.


Li Kerkûkê yekemîn car bû ku hilbijartinên Parlamentoya Iraqa Federel di bin hukmê leşkerî de birêve çû. Hinek hemwelatiyên çûne navendên dengdanê bi dest vala vegeriyan.


Li vî parêzgehî 334 navendên dengdanê hebûn, ku ji 2 hezar û 155 jûrên dengdanê pêk dihat. Herwiha 11 hezar karmendên komîsyonê jî serpereştiya proseyê dikirin.

 

Li Kerkûkê bi giştî mafê dengdanê yê 956 hezar û 302 kesan hebû. Lê ji %10ê dengderên Kerkûkî di koçberiyê de dengên xwe bikar anîn.